Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin 2019-11-13 07:43:38 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karê Hundir qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kir. Tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên HDP’ê berdewam dike. Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û Bajaroka Perî ya girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hat kirin. Hevşaredarên Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Mehmet Devîren ji peywîrê hatin girtin û Qeymqamê Navçeyê Murat Beşîkçî wek Wekîlê Serokşaredar hat wezîfedarkirin. Hevşaredarên Hezroyê Ahmet Çevîk û Gulîstan Ektî jî ji peywîrê hatin girtin û Qeymeqamê Naveyê Alî Oner wek Wekîlê Serokşaredar hat wezîfedarkirin. Li Hezexê jî gelek polîs serê sibê çûn mala Hevşaredar Songul Erden û tebligata dûrxistinê dan hevşaredar. Lê Hevşaredar Erden teblîgat îmze nekir. HEJMAR DERKET 20’AN Heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin qeyûm tayînî 16 şaredariyên HDP’ê hatibû kirin. Bi tayînkirina qeyûmên îro re hejmara şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin derket 20’an.