Rojnamevan Kîbriye Evren ji girtîgehê derket 2019-11-12 20:45:44     AMED - Rojnamevan Kîbrîye Evren, piştî hat berdan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket.    Rojnamevan Kîbrîye Evren ku di 9'ê Cotmeha 2018'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin. Îro di danişana doza li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hat berdan.    Piştî biryara berdanê Evren ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket. Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, endamên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û gelek rojnamevan Evrenê pêşwazî kirin.