2 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê girtin 2019-10-22 14:15:49   MÊRDÎN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn û Hamza Agirman ên li Mêrdînê hatin binçavkirin, piştî 12 rojan sewqî edliyê hatin kirin û hatin girtin.    Polîsan li Mêrdîn û navçeyên wê di 10 û 11’ê Cotmehê de bi ser malan de girtin û endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ozgur Bûlût, Hatîce Buşra Kûyûn, Hamza Agirman û rêvebera Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Bajêr a berê Yasemîn Demîrkaya binçav kirin. Bûlût, Kûyûn, Agirman û Demîrkaya piştî 12 rojan sewqî dadgehê hatin kirin.    Dozgerê îfadeya her 4 kesan girt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê Ozgur Bûlût û Yasemîn Demîrkaya serbest berdan û ji bo Hatîce Buşra Kûyûn û Hamza Agirman jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û şandin girtîgehê.