Li Wanê li dijî eskeran êrîşa çekdarî: Çawîşekî pispor mir 2019-10-18 09:30:56   WAN - Endamên HPG'ê li Navçeya Çardêranê ya Wanê, li dijî konvoya eskerî êrîşa çekdarî li dar xist. Di êrîşê de çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da û 2 esker jî birîndar bûn.    Endamên HPG'ê li diji karwana eskeran a Qereqola Hidûd ê Uzunyolê yê Navçeya Çardêran a Wanê êrîşa çekdarî pêk anî. Di êrîşê de herî kêm 1 cawîşê pispor jiyana xwe ji dest da û 2 esker  jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku birîndar bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.