Hevşaredarên Geverê jî hatin girtin 2019-10-17 20:34:32   COLEMÊRG – Hevşaredarên Şaredariya Geverê Îrfan Sari û Remziye Yaşar hatin girtin.    Di 15'ê Cotmehê de polîsan li navenda Colemêrg û Geverê avêtibûn ser malan. Li Geverê di avêtina ser malan de hevşaredar Îrfan Sari û Remziye Yaşar jatibûn binçavkirin. Piştî karên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî û beyanên şahidên nepen, hevşaredar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tawanbar kirin û girtin.    Hevşaredar şandin Girtîgeha Colemêrgê.