Topa hewanê li gundê ser sînor ket: 4 kes mirîn, 12 kes birîndar bûn 2019-10-15 13:23:47 MÊRDÎN - Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Qoserê ket. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.   Topa hewanê li gundê Xerabkort ê Navçeya Qoser a Mêrdînê ket. Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên çûn cihê bûyer birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Polîs û leşkeran derdora nexweşxanê girtin.    Walîtiya Mêrdînê, derbarê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku 4 kesan jiyana xwe ji dest  dan û 12 kes jî birîndar bûn.     Xebatkarên çapemeniyê yên xwestin herin cihê bûyer, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.