ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-14 09:00:29 * Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz bang li welatiyan kir ku biçin pirsgirêkên pê re hevrû dimînin bi “maseya krîzê” re parve bikin.  * Şêniyên navçeya Nisêbînê li dijî êrîşên ser Rojava dertên û li dijî Serokkomar Erdogan bi bertek in û dixwazin ku dawî li şer were.     * Siyasetmedarên ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke dagirkerî nirxandin xwestin ku herkesê ku jiyaneke xweş dixwaze li dijî êrîşê derkevin.    * Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem, diyar kir ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, wê yeketiya gelan tune bike û got: “Şer bandorekê mezin li tenduristiyê dike. Bedelê vî şerê Tirkiyeyê wê giran be.”    * Rojnameger Îslam Ozkan û Endama Meclisa Jinan a KÎD'ê Hatîce Kavram êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û diyar kirin ku êrîşa Tirkiyeyê xizmeta zindîbûna DAIŞ'ê dike.   * Erkan Keskîn ê di komkujiya li Pirsûsê di êrişa DAIŞ'ê de birîndar bû, helwest û polîtîkayên welatên Ewropa û cîhanê ya li dijî DAIŞ'ê rexne kir û diyar kir ku hêzên navdewletî li dijî DAIŞ'ê dirû tev digerin. Keskîn, da zanîn ku ev polîtika wê DAIŞ'ê ji nûve zindî bikin.     Nûnerên ÎHD û TÎHV'ê yên Îzmirê bertek nîşanî operasyon û êrîşên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û xwest bêyî sivîl zêde bên kuştin operasyon bi dawî bibin.    * Welatiyên Antalyayê diyar kirin ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî kurdan e ev tişt gotin: "Zarok li ser destê dayikên xwe jiyana xwe ji dest didin. Erdogan ji kurdan çi dixwaze?"     * Dayikên aştiyê li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin û ev tişt gotin: "Mirina zarokan temaşe nekin. Em vî şerê rawestînin."   * Aborînas Mûstafa Sonmez diyar kir ku daxuyaniyên Amerîkayê yên dijberî êrîşan Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li aborîya Tirkiyeyê kirine û wiha got: "Ji bo stenboliyan şer qedandina dirav e."   * Hevserok û Hevberdevkên HDP, HDK ESP, SYKP, DBP, Partiya Şoreşger, YSGP, SODAP û Malên Gel , dê tekildarî êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Otela Taksim Hillê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê têkildarî 7'emîn salvegera damezirandina partiya xwe li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê dê tekildarî êrîşa Tirkiye ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Parka Zarokên Azad daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Rojnameger Kadrî Bagdu yê 5 sal berê li Edene dema belavkarî dikir hat kuştin, wê bê bibîr anîn. (12.30 -17. 00)