ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-09 09:00:43   * Doç. Dr. Fîkret Başkaya da zanîn ku lihevkirina di navbera DYA û Tirkiyeyê de ji bo dem qezenckirinê û sarkirina operasyonê ye û got: “Zû yan jî dereng dê Turkiye kurdan qebûl bike. Heta kurdan neke muxatabê xwe dê ev pirsgirêk çareser nebe.”    * Komîsyona Bawerî û Nirxan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê Keşîşxaneya Surp Stepanos a li navçeya Bêgirê ku beşek mezin jê hilweşiyaye li gorî eslê wê dê restore bike.    * Serokê Komeleya Piştevaniya Bi Penaberên Sûriyeyê Re Muhammed Salih bal kişand ser paş ve şandina penaberên Sûriyeyê û got: “Ji penaberan re dibêjin ya vegerin Sûriyeyê bimirin an jî birevin û bimirin.”    * Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç di nav 4 mehan de 9 caran xistin ber lêpirsînê. Tunç got: “Me tu carî li dijî zextan serî netewand. Wê ev zext nikaribin me jiê têkoşîna me paş ve bixînin.”    * Çiyayê Sof ê li Dîlokê ji ber kanên xîzê û keviran derdorê qirêj dike û rê li ber nexweşînan vedike û li hawîrdorê felaketek pêk tîne.    * Gazel Bulut a li gel dayika xwe di girtîgehe de mezin bû, ji bo zarokan got "Hevî dikim ku çîrokên dilop dikin bibin şirîkên xeyalên zarokan"   * Ferdên malbata Korkmaz ê di 6’ê tebaxê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin diyar kirin ku polîsan dema bi ser kargeha wan de girtiye bi lêdanê îşkence li wan kiriye û gefên kuştinê li wan xwarine.   * Yên li Mêrsînê ku qurbanên xwe derxistin ber firotanê gotin ji ber sewal bihane kes nakire û gotin: “Yên bihayê sewalan hîn dibin direvin diçin.”   * Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz ê di 9'ê Tebaxa 1992'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin dê li ser gora xwe were bibîranîn. (15.00)   * Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û bên darizandin dê di hefteya 188'emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar bixe. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê dê bi dirûşma "Li dijî dagirkeriyê û şer em aştiyê diparêzin" li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)