Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin 2019-08-09 08:08:46   AMED - Polîsan li Amedê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê yê berê Mehmet Emîn Akgun de girt û li malê Mehmet Emîn Akgun û hevjîna wî Rabia Boltan Akgun binçav kirin.    Polîsan serê sibê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê de girt û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtinê de deriyê malê şikandin û lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê de hemû alav û amûrê malê li nava hev xistin û belav kirin. Piştî lêgerîna malê Mehmet Emîn Akgun û hevjîna wî  Rabia  Boltan Akgun binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.