Zabiteyan îxbar kir, polîsan ew binçav kir 2019-07-04 16:45:15 WAN – Du ciwanên li Parka Bajarê Mezin a Wanê ku karê çayfiroşiyê dikirin bi îxbara zabiteyan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.  Li Wanê komên zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Parka Şaredariya Mezin a li navçeya Rêya Armûşê ciwanên ku çayê difirot hişyar kirin û xwestin dezgehê xwe rake. Ciwanek çay firoş bi amirê zabiteyan re axivî û wiha bertek nîşan da: “Ez biçim diziyê bikim? Ez biçim madeyên hişbirê bifiroşim? Ez kar nabînim û nikarim nan bibim malê. Li Wanê bi hezaran ciwan bêkar in û kar nabînin. Em çibikin hûn ji me re bêjin.”    Di kêliya ciwanan de dezgahên xwe kom dikirin, zabiteyan ciwanan îxbarî polîsan kirin. Polîs hatin parke û zabiteyê cilên sivîl li xwe kiribû xwest polîs ciwanan binçav bikin. Polîsan li ser ciwanan lêgerîn pêk anî û ew binçav kirin. Zabiteyan jî eşyayên ciwanan kom kirin û li gel xwe birin.    Welatiyan bertek nîşan da û gotin van ciwanan ji ber krîza aborî neçar mane vî karî bikin û ji bo nan bibin mala xwe karê seyar firoşiyê dikin.  Nehat zanîn ciwanên binçav kirin birine kîjan karakola polîsan.