Otobusa şaredariyê li TIR’ê qelibî: Kesek birîndar bû 2019-07-04 14:37:45 DÎLOK – Otobusa Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ji paş ve li TIR’ê qelibî û ajokarê otobusê Mustafa Ozkan birîndar bû.    Li taxa Aydinlar a Dîlokê li ser kolana Durdu Yetkîn Şekercî otobusa bi plakaya 27 ABC 188 a Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ji paş ve li TIR’a plaka wê 27 ABN 793 qelibî. Bi şideta lê qelibandinê re pêşiya otobusê di dorseya TIR’ê de asê ma û ajokarê otobusê Mustafa Ozkan li ser direksiyon tengavbû.    Welatiyan agahî dan komên tenduristiyê û polîsan û hatin cihê bûyerê û ajokarê birîndar derxistin û rakirin nexweşxaneyê.