Li ser Girê Qasimiyê yê dîrokî binkeya leşkerî hat avakirin! 2019-07-04 09:08:59 AMED - Li Girê Qasimiyê yê ku Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê weke qada sîtê ya arkeolojîk diyar kiribû xwedî dîrokek 5 hezar salan e, binkeya leşkerî hat avakirin.  Li ser Girê Qasimiyê ku li ser rêya Amed-Farqînê ye û xwedî dîrokek 5 hezar salî ye û ji aliyê Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê ve wek qada sîtê ya arkeolojîk hatibû diyarkirin, binkeya leşkerî hat çêkirin.    LI SER DÎROKÊ BINKEYA LEŞKERÎ HAT ÇÊKIRIN    Derket holê ku li ser vî girê tescîlkirî ku diviya ji xeynî xebatên zanyarî bê parastin, di sala 2017'an de binkeya leşkerî hatiye çêkirin. Li gorî Qanûna Jimare 2863'yan a Parastona Heyînên Çandî û Xwezayî divê bi tu awayî li ser tişt û deverên bi vî rengî avahî neyên çêkirin û bên parastin. Lê belê derket holê ku girê dîrokî bi kemçeyan hatiye dûzkirin û li ser binkeya leşkerî hatiye çêkirin.    Li ser vê em bi telefonê li Midûriyeta Desteya Herêmê ya Parastina Heyînên Çandî ya Amedê geriyan. Rayedaran îdia kirin ku hayê wan jê tune ye ku li ser gir binkeya leşkerî hatiye çêkirin.