Îmamoglu: Ez dixwazim Demîrtaş ziyaret bikim 2019-07-03 15:39:29   STENBOL – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ziyaret kir û diyar kir ku ji ber bawerî û hewldanên wan ên ji bo demokrasiyê qîmetek mezin dide gotinên rêveberiya HDP'ê. Îmamoglu, têkildarî girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ev li  wîcdan û hiqûqê ye û got: "Ger ku derfet çê bibin ez dixwazin wî ziyaret bikim."  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu piştî di 23'ê Hezîranê de cara duyemîn wekî şaredar hat hilbijartin li gel CHP'ê dest bi ziyareta partiyên siyasî kir. Îmamoglu, piştî Rêxistina Bajar ên Partiya Saadetê (SP) û Partiya ÎYÎ (ÎP)  ziyaret kir, Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî ziyaret kir. Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengiz Çiçek û rêveberên HDP'ê Îmamoglu pêşwazî kir. Îmamoglu di ziyaretê de seramîk a nexşeya Stenbolê li ser hebû diyarî Hevserokên HDP'ê kir. Hevserokên HDP’ê jî Mahfûrek û 4 pirtûk diyarî Îmamoglu kirin. Îmamoglu di ziyaretê de diyar kir ku ew ji bo ligel hemû partiyên siyasî li ser rêveberiya Stenbolê niqaşan bimeşînin û bi hevre pêşeroja Stenbolê diyar bikin van ziyaretan dikin û got: "Me Îro HDP ziyaret kir. Pêdiviyên be bi fikr û nerînên hemû partî rêxistinan heye. Em ê hewl bidin ku cih nedin partîzaniyê. Emê hewl bidin ku li ser navê demokrasiyê her kesî têxin nava û cih bidin vîna her kesî."   Îmamoglu, diyar kir ku ji ber bawerî û hewldanên wan ên ji bo demokrasiyê qîmetek mezin dide gotinên rêveberiya HDP'ê. Îmamoglu, têkildarî girtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demîrtaş jî anî ziman ku ev li  wîcdan û hiqûqê ye û got: "Ger ku derfet çê bibin ez dixwazin wî ziyaret bikim."    DEMÎR: LI DIJÎ NEHEQIYÊ PIŞTGIRIYA ÎMAMOGLU HATIYE KIRIN   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir jî anî zîman ku ji ber ziyareta Îmamoglu kêfxweş in û wiha got: "Ziyareta Îmamoglu ya ya Îro di Tirkiye de gavek yekemîn e. Ji ber vê yekê ziyaretek pir giring e. Bi taybetî piştî hilibjartina 31'ê Adarê mutabakatek civakî derket holê. Lihevkirinek civakî pêş ket. Daxwaza siyaseta demokratik a Tirkiye dikare di rêveberiya hearêmî de bibe mînak. Şaredar bi vîna gel hat hilbijartin û mafê wî xizp kirin. Piştî hilbijartin dubare bû HDP'ê helwesta xwe li dijî bê hiqûqî û neheqiyê anî ziman. Li dijî neheqiyê piştgirî da. HDP li Stenlolê li vîna gel xwedî derketiye. HDP'ê li dijî binpêkirina mafan û xezpkirina maf û vînê helwesta xwe nîşan daye.  Em ê li dijî hemû hêzên ku vîna gel tune dihesibîne rawestin. Ji bo platformên aştî, wekhevî, aştî û hiqûqê li her dera Tirkiye pêş bikeve çi dikeve ser milê me emê bikin."