'Qanûn, tecawizkaran diparêzin' 2019-07-02 09:31:47 EDENE - Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê Tûran Taş, xwest madeya 104/1 a TCK'ê bê guherandin. Taş ku got "Qanûn, tecawizkaran diparêzin. Sedema vê jî çanda bêcezatiyê ye" ji bo parastina zarokan bang li dewletê kir ku peywira xwe bi cih bîne.  Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, rapora binpêkirina mafên zarokan amade kir. Li gor raporê di 7 mehan de 136 jê zarokên kur 497 zarok hatine îstismarkirin û 2 zarok jî bi tecawuzê re rû bi rû mane. Endamê komîsyonê Tûran Taş, xwest madeya 104/1 a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bê guherandin.    Di vê qanûna navbirî de tê gotin ku zarokên 15 salên xwe temam kirine û wexta bi gefxwarin û hîleyan di warê zayendî de bên îstismarkirin, kesê ev tişt kiriye wê 2-5 sal ceza lê bê birîn.    'ÊN TÊN MEXDÛRKIRIN ZAROK Û JIN IN'    Taş, destnîşan kir ku di demên dawî de îstismarkirina zarokan zêde bûye û nexasim jî li Edeneyê ev yek zêde bûye. Taş, bilêv kir ku di vî warî de gelek kes serî li wan didin û got: "Nêvenga şer dibe sedema zêdebûna bûyerên îstismarkirina zarokan û şidetê." Taş, bilêv kir ku ji ber vê jî ên herî zêde tên mexdûrkirin zarok û jin in.    'DIVÊ MADEYA 104'EMÎN BÊ BETALKIRIN'    Taş, anî ziman ku cezayên tên birîn kêm in û xwest daraz ji bo mafên zarokan hesatir  tev bigere. Taş, bal kişand ser madeya 104/1 a TCK'ê û got: "Li gor vê madeyê eger îstismar bi rizaya mexdûr be tu ceza nayê birîn. Loma ev texilker e. Qanûn, tecawizkaran diparêzin. Sedema vê jî çanda bêcezatiyê ye. Em parêzvanên mafan îtiraz dikin. Ev ji bo me pri muhîm e. Demidlest divê ev bê guherandin. Divê madeya 104'emîn bêyî şert û merc bê betalkirin. Divê mafên zarokan bi awayekî baş bi qanûnan bên parastin."    Taş, anî ziman ku ji bo binpêkirinên mafan ên li hemberî zarokan bi dawî bibin demildest divê sazî û dezgehên eleqedar projeyên çareserkirinê di xwe de dihebînin biafirînin û divê gavine berbiçav bên avêtin. Taş, got: "Divê daraz ji bo mafên zarokan bi awayekî hesastir tev bigere û divê mekanîzmayeke şopandinê hebe."    Her wiha Taş, anî ziman ku divê teqez li meclîsê komîsyoenek zarokan a çalak hebe û ji bo binpêkirina mafên zarokan telefoneke çalak hebe û got: "Ji bo vê divê gavine cidî bên avêtin."    Herî dawî Taş, got divê demildest bi sererastkirineke qanûnî mafên zarokan bên parastin û got: "Ji lewre berî sûc pêk bê divê rê li ber bê girtin."    MA / Hamdullah Kesen