Bangawaziya ji bo danişîna biryargirtinê ya karesata li Aladagê 2019-07-02 09:25:47 EDENE – Endamê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz ku danişînên doza karesata Aladagê ya 11 jê zarok 12 kes tê de jiyana xwe ji dest daabûn wekî "lîstikên şanoyê" şîrove kirin, ji bo edalet û wijdanê bang li her kesî kir.    Wê danişîna biryargirtinê ya doza karesata şewata li navçeya Aladag a Edeneyê ku 11 jê zarok 12 kes miribûn û 22 xwendekar jî birîndar bibûn, di 4'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê pêk bê.    ‘SENARYOYA DOZÊ BERÊ HATIYE NIVÎSANDIN'    Endamê Desteya Rêvebir a Navendî yê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz ku tev li hemû danişînên dozê bûye, ji bo beşdarbûyîna danişîna biryargirtinê bang kir. Karagoz, diyar kir ku wekî Egîtîm-Sen roja bûyer qewmiye çûne cihê bûyerê, lê belê polîsan ew binçav kiriye. Karagoz, destnîşan kir ku ew bûyerê dişopînin û ji bo berpirsiyar bên darinzandin tev digerin. Karagoz, got: "Heyeta dadgehê nehitiştibû em daxilî dozê bibin. Lê me hemû danişîn temaşe kirin û senaryoya hemûyan ji lîstikeke şanoyê wêdetir neçû."    Karagoz, bi bîr xist ku dadgehê 4 bersûcên girtî berdane û got: "Jixwe me dît dozger û dadgerên bi ser dozê de diçûn ji peywirê hatin girtin û em bûn şahid ku bersûc êrîşî malbatên mexdûr kirin. Li welatê me mêzêna hiqûqê li gor armanca îktîdara siyasî û li gor fermanan edaletê belav dike. Niha pêvajoyeke ku maf û azadiyên mirovan tune ye, rêgezên hiqûqa gerdûnî tên binpêkirin û di heman demê de peywir û berpisiyariyên dewleta civakiyî û hiqûqê dewrî cemaet û terîqetan tê kirin li civakê tê ferzkirin. Kesên îtirazî vê pêvajoyê dikin jî bi fermanên îktîdara siyasî tên derbkirin û binçavkirin û girtin. Li welatê min ê ku maf û azadî li gor pêdiviyên AKP'ê û Rewşa Awarte hatine sînordarkirin, hêviya biryareke ku wijdanan rihet bike ji safîtiyê wêdetir ne tiştek e."    BANGAWAZÎ   Herî dawî Karagoz, got: "Dibistanên gundan girtin û berê zarokên me dan yûrdên cemaet û tarîqatan. Bang li kesên ev kirin û zarokên xwe hemêz dikin dikim ku empatoyê çêbikin û dê û bavên ku zarokên wan bûn qirak bînin bîra xwe. Di 4'ê Tîrmehê de bang li parêzvanên mafên mirovan dikim ku vê dozê bişopînin."    MA / Hamdullah Kesen