HDP'yî çûn serdana Îmamoglu û ew pîroz kirin 2019-07-01 16:40:31   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Bajêr Stenbolê çû serdana Serokê Şaredadriya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û wî pîroz kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê çû serdana Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu. Heyeta HDP'ê ya ji Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, endamê MYK'ê Salîm Kaplan, Hevserokên HDP'a Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, ji aliyê Îmamoglu û Seroka Rêxistina CHP'ê ya Bajêr a Stenbolê Canan Kaftancioglu ve hatin pêşwazîkirin. Ziyaret li odeya meqamê ya Îmamoglu pêk hat. HDP'iyan û CHP'iyan di ziyaretê de sohbet kirin. HDP'iyan Îmamoglu pîroz kir û hêvî kirin ku rêveberiyek tevkariya herêmî bê birêvebirin.