Eskeran destûr nedan xizmên Medya Çinar ji bo sersaxiyê biçin gund 2019-03-27 14:39:13 MÊRDÎN - Xizmên Medya Çinar a bi armanca tecridê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, ji Amedê çûn gundê Margik û xwestin malbatê ziyaret bikin û sersaxiyê bixwazin. Lê di ketina gundê Margik de eskeran destûr nedan xizmên Çinar derbasî gund bibin. Medya Çinar li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 25'ê Adarê de çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Esker û polîsan cenaze desteser kir û bi darê zorê û bi şev li gundê Margikê yê Qoserê defin kirin. Dorpêça gund a ji aliyê eskeran ve didome. Eskerên ku gund dorpêç kirine destûr nadin kes derbasî gund dibin. Xizmên Çinar ên ji Amedê xwestin biçin Gundê Margik, di ketina gund de eskeran ew rawestandin û destûr nedan ku biçin gund. Malbata Çinar ku ji bo sersaxiyê xwestin biçin gund, ji ber astengiya eskeran neçar man paşve vegeriyan.    Parlamenterên HDP'ê Tuma Çelik, Pero Dundar, Ebru Gunay, Feleknas Uca, Necdet Îpekyüz û Selçuk Mizrakli ji di navde bi sedan kesên ku xwestin biçin gund, dîsa ji aliyê eskeran ve hatibûn asteng kirin.    Dayikên Aştiyê yên beriya cenaze çûbûn gund û eskeran ew bi zorê ji gund derxistibûn.