Xebatên hilbijartinê bênavber didomin 2019-03-13 13:45:24   MELETÎ/RIHA – Namzetê HDP’ê yê Hevşaredarê  Bajarê Mezin ê Meletî Yûsûf Bozkûş, diyar kir ku ew hêvî dikin ku dê  li Meletiyê guhertinek mezin pêk were.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Riha û Meletî xebatên xwe yên hilbijartina herêmî berdewam kir.    MELETΠ   Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Hevşaredarê  Bajarê Mezin a Meletî Yûsûf Bozkûş, Namzetê Hevşaredariya Battalgazî Huseyîn Kiliç û gelek endamên partiyê, li Taxa Niyazî Misrî esnaf û welatî ziyaret kirin. HDP’î li esnafan yek bi yek geriyan û bi welatiyan re sohbet kirin. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Meletî Bozkûş, di ziyaretê de axivî û wiha got: “Li Meletî pêwîstî bi guhertinek mezin heye. Hemû kes bi hêviyên mezin belavokên  me digirin û projeyên me  dixwînin.”     RIHA    Hevserokê navçeya Xelfetî ya Rihayê Alî Ocalan û Namzetê Hevşaredarê Navçeyê Abdurrahman Çîftçî, li gomên girêdayî taxên Kinik, Bozok, Balaban û Hîllallî geriyan û xebatên hilbijartinê bi rêve birin. HDP’î rastî eleqeyek mezin a gel hatin. Hat diyar kirin ku welatiyeke kal ku keyfxweşiya xwe ji HDP’iyan re anî, piştî HDP’î ji taxê veqetiyan û şûnde ji qereqolê bangî wî kirin. HDP’iyan diyar kirin ku li Xelfetî welatî guh û zext natirsin û dengê xwe  bidin HDP’ê.