Heyeta başûr diyariya Leyla Guven radestî Nazir Yagiz kir 2019-03-13 12:09:38 HEWLÊR - Heyeta ji siyasetmedar û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê pêk dihat, piştî serdana Leyla Guven a li dijî tecrîdê 126 roj in di grevê de ye kir û şûnde, diyariya Guven a ji bo Yagiz şandî radestî Nasir Yagiz kir. Guven bi riya heyetê got: "Xwedî li hevrêyê min Nasir Yagiz derbikevin."  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 126'emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 113 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 87 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 88 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 13'an de berdewam dike. Çalakiya Parlamentera Dersim Dag 11 roj û çalakiya Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 6 roj li avahiya HDP'ê ya Amedê berdewam dikin.    'EM DÊ BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'    Heyeta ji siyasetmedar û akademîsyen ên Başûrê Kurdistanê ku bi serokatiya  Dr. Hekîm Ebdulkerîm pêk dihat, piştî serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 126 roj in di grevê de ye kir û şûnde, diyariya Guven a ji bo Yagiz ê bi heman armancê 113 roj in di grevê de re şandî, radestî kir. Guvenê zendikek xemir û gulek ji Nasir Yagiz re şandibû.  Heyeta ku ji Dr. Hekîm Evdilkerîm,Bextiryar Mistefa, Hîlal Şewket û Şoreş Xidir pêk dihat, ji bo di derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê de agahî bigirin, serdana Leyla Guven kirin. Ronak Mecîd a di nava heyetê de bû ji ber li Deriyê Sînor ê Xabûr destûra wê nehate dayîn, di nava heyeta serdana Leyla Guven bikin de cih negirt. Heyetê serdana Guven kir û derbarê rewşa wê de agahî girt. Guven di ji bo heyetê gotibû: “Xwedî li hevrêyê min Nasir Yagiz derbikevin.”   Yagiz spasdariyên xwe pêşkêşî Leyla Guven kir û got: “Em ê vê berxwedanê bi ser bixin.”