Belgîn Kanat a 86 rojin di greva birçîbûnê deye, daketiye bin 39 kîloyan 2019-03-13 11:00:04 STENBOL - Belgîn Kanat a 86 rojin li Girtîgeha Bakirkoyê digeva birçîbûnê deye, daketiye bin 39 kîloyan. Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê ji Kanat re gotine “Dest ji grevê berde, ger tu ser hişê xwe biçî emê mudaxileyê te bikin.”    Hat diyar kirin ku rewşa Belgîn Kanat a di 17’ê Kanûna 2018’an de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, giran bûye. Li gorî agahiyên parêzeran; “Kanat daketiye bin 39 kîleyan. Midurê girtîgehê çûye qawîşa ku lê dimîne û jê re gotiye ‘Dest ji grevê berde, ger tu ser hişê xwe biçî emê mudaxileyê te bikin.’”     Hat destnîşan kir ku personelên tenduristiyê yên tenduristiya Kanat kontrol kirin jî, heman gotin ji Kanat re gotine.