Polîsan hem got ‘sûc nîne’ hem jî dest danî ser maşîneya HDP’ê 2019-03-13 10:40:21 MÊRDÎN – Li Şemrexê polîsan xwest deyne ser maşîneya anansê ya HDP’ê. Wekîlên HDP’ê ji amirê polîsan girteka hêceta desteserkirina maşîneyê xwest. Amirê polîsan jî wiha bersiv da: “Têkildarî maşîneyê tu sûc nîne.”  Parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar, Pero Dundar, Tuma Çelîk û Ebru Gunay, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag jî di nav de komek girseyî çûn serdana gundên navçeya Şemrexa Mêrdînê. Polîsên di têketina navçeyê de HDP’iyan sekinand û xwest nasnameya wan kontrol bikin. Li ser îtîraza HDP’iyan vê carê polîsan xwest li hundirê maşîneyan lêgerîn pêk bîne.    HÊCET NEDÎT GOT ‘ÎXBAR’ HEYE    HDP’ê bertek nîşanî polîsan da. Li ser vê yekê polîsan îda kir ku “Dibe ku di maşîneyan de bombe hebe” û xwestin xebatên HDP’ê îlegal bikin. HDP’iyan bersiva polîsan da û gotin: “Em kefîlên maşîneyên xwe ne.” HDP’ê nehişt polîs lêgerînê pêk bînin. Vê carê polîsan dest danî ser maşîneya anonsê ya HDP’a Şemrexê. Polîsan hêceta desteserkirinê “weşana qedexe têde heye” û “stranên propaganda rêxistinê dikin tê lêxistin” nîşan da.    Polîsan li ser îtîraza HDP’iyan îda kir ku der barê maşîneyê de îxbar heye.    Parlamenter Tuma Çelîk di kêliya nîqaşê de ji polîsan re got pêkanîn kêfî ye. Parlamenter Mîthat Sancar jî li Walîtiya Mêrdînê geriya û bersiva “biryara darazê ye” dane. Lê tevî hemû hewldanên Sancar jî encamek bi dest nexist.    Wekîlên HDP’ê ji amirê polîsan girteka hêceta desteserkirina maşîneyê xwest. Amirê polîsan jî wiha bersiv da: “Têkildarî maşîneyê tu sûc nîne.”