Fabrîqeya ku mal îxracî 70 welati dike îflas kir 2019-03-13 10:31:07   DÎLOK - Li Dîlokê fabrîqeya 24 salin mal îxracî 70 welatî dike îflas kir. Rêveberên fabrîqeyê ji ber krîza aborî destûra bê pere da karkeran û kîlît li deriyê fabrîqeyê xist. Karkerên ku 3 menih nikarin meaşê xwe bistînin, li pêş fabrîqeyê dest bi çalakiyê kirin.    Li Herêma Sanayiya Organîze ya Başpinarê ya Dîlokê ji ber krîza aborî fabrîqe dawî li karê xwe yên hilberînê tinin û klît dikin. Yek ji fabrîqeyên ku deriyê xwe kîlît kir û dawî li kar anî jî Fabrîqeya Zexire ya Zumrut Çikolata ye. Rêveberiya fabrîqê destûra bê pere da karkeran û kîlît li deriyê fabrîqeyê xist. Piştî dawî li kar anîn û fabrîqe kîlît kirin, karkerên ku pereyên xwe nastînin dest bi çalakiyê kirin. Fabrîqeya ku berê 250 karker dida xebitandin, piştre karker daxist 100 karkeran. Di destpêka 2019'an de qet pereyê karkeran nedan wan û dawî li kar anî. Karkerên ku li ber fabrîqeyê kom bûn diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin dê çalakiya xwe berdewam bikin.    Karker Îsmail Akdogan, diyar kir ku 19 salin dixebite û wiha got: “Salek dawî li fabrîqeyê maşîne rawestiyan. Yên destûrên wan hebûn şandin destûra bê pere. Em hemû mexdûr û perîşan bûn. Niha karker nikarin xwarin bibin mala xwe. Em wekî karkeran li vir naxwazin sedeqe bixwazin. Em heqê xwe dixwazin.    Karkerê fabrîqeyê Eyup Çîl jî anî ziman ku 10 salin kar dike û wiha got: "3 mehin meaş nastînim. Ez bi heqê herî kêm dixebitim. Ji ber ku nirarim heqê xwe bistînim zarokên min li malê birçî ne. Nikarin kîra xaniyê xwe bidim. Ez hatim li vir li heqê xwe bigerim.    Karker Şaziye Turk jî anî ziman ku 6 salin li vir kar dike û wiha got: "Rêveberê fabrîqeyê got "Li vir tazmînat tune. Me bi temanî dawî li kar anî. Niha dest û piyê me hat giredan. Heqê av, ceyran, kîra nikarim debara xwe bikim.    Rêveberê Fabrîqeya Zumrut Çikolata Memik Zencircî jî anî ziman ku wan fabrîqe di 1995'an de ava kiriye û mal îxracî nêzî 70 welatan  dike. Zencircî, anî ziman ku meaşên karkeran ên nedaye heye û dê di nava 1-2 hefteyan de bidin. Ji ber kriza aborî em ketine tengasiyê. Lê em ê heqê karkeran bidin.