Namzetên HDP'ê yên Akdenîzê: Em ê şaredariyê tevî gel bi rê ve bibin 2019-03-13 09:21:52 MÊRSÎN – Namzetn HDP'ê yên Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya û Reşat Aşan, diyar kirin ku wê di 31'ê Adarê de dîsa vîna gel bi ser bikeve û ewê şaredariyê ji dest qeyûm derxînin û tevî gel û rêxistinên civaka sivîl bi rê ve bibin.  Di sala 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîza Mêrsînê hatibû kirin. Namzetên HDP'ê yên Akdenîzê Emîne Şîlan Yuksekkaya û Reşat Aşan, destnîşan kirin ku di 31'ê Adarê de wê dîsa vîna gel bi ser bikeve.    ‘GEL ZILMA QEYÛM DÎT'    Aşan, bilêv kir ku ewilî qeyûm karker ji kar derxistine û sazî girtine. Aşan, anî ziman ku qeyûm lekeya reş a vî welatî ne.  Aşan, destnîşan kir ku gelê Akdenîzê li benda hilbijartinê ye û got: "Ji bo qeyûm bê berterefkirin, em bi sebreke mezin li benda hilbijartinê ne. 2 sal in gelê Akdenîzê pir ji qeyûm kişand."    ‘JI BO AŞTIYÊ'    Aşan, bang li gel kir û got: "Werin em bi hev re li dijî feraseta ku aramî ji gel re nehilştiye, aborî tarûmar kiriye û berberîbûn xistiye navbera gelan derkevin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ji bo tehsîskirina aştî, demokrasî û azadiyê hilbijartinên herêmî pir girîng in. LOma em dibêjin werin em bi hev re bajarê xwe bi rê ve bibin."    ‘EM Ê BITÊKOŞIN'    Yuksekkaya jî, anî ziman ku ew ê şaredarîvaniyeke ku azadiya jinê, demokratîkbûyînê, ekolojî, pirzimanî û pirçandîtiyê esas bigirin. Yuksekkaya, destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku texrîbata ku qeyûman kiriye ji holê rabikin û got: "Piraniya gelê Akdenîzê, şaredariya qeyûm wek a xwe nabîne. Şaredarî wekî qereqolê ye. Em ê şardedariya xwe bi dest bixin û radestî gel bikin. Qeyûm xespkirina vîna gel e. Ji bo em careke din xwedî li wê vînê derkevin em ê bitêkoşin."    ‘WERIN EM BIBIN YEK'    Her wiha Yuksekkaya anî ziman ku ew ê saziyên jinan ku qeyûm girtibûn ji nû ve vekin û got: "Qeyûm çawa hat, saziyên jinan girt. Ev jî nîşan dide dijminê zijna ye. Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya ÎŞTAR'ê, Malên Hêwirandinê yên Jina, Bazara Keda Jinên Hilberîner û gelek saziyên din hatin girtin. Werin em li dijî dijminê jinan qeyûm bitêkoşin."    MA / Ergîn Çaglar