'Ji bo êdî kes nemire di greva birçîbûnê de me' 2019-03-13 09:18:18   ANTALYA - Şengul Kaçar ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir got: "Divê her kes dengê xwe li dengê me zêde bike." Bavê Kaçarê Ramazan Oznarci jî di 21'ê Adara 1994'an de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû binçavkirin û paşê bi îşkenceyê hatibû kuştin.    Hevseroka HDP'a Kepezê Şengul Kaçar, di 6'ê Adarê de bi "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Kaçar ku bi salan bi zext û zoriyê dewletê re rû bi rû ma, ewilî ji bo darizandin kiryarên bavê xwe Ramazan Oznarci têkoşiya. Bavê Kaçarê, di 21'ê Adara 1994'an de ji aliyê leşker û cerdevanan hat binçavkirin û paşê bi îşkenceyê hat kuştin.    Kaçar, niha li Girtîgeha Tîpa L a Antalayayê li dijî tcerîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.    Hevjînê Kaçarê, Ekrem Kaçar anî ziman wî bi telefonê bi hevjîna xwe re axiviye û hevjîna wî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandine. Kaçar, anî ziman ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nakin û girtî nikarin biçin qada hevpar.    Kaçar, destnîşan kir ku ew xwedî li berxwedana hevjîna xwe derdikeve û bedêl çi dibe bila bibe ew ê li derve bibin dengê girtiyan. Kaçar peyama hevjîna parve kir: "Berxwedana Leyla Guven berxwedana me ye. Em jin jin bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe, em di greva birçîbûnê de ne. Hevalên min ji bo tecrîd bê şikandinê ketine greva birçîbûnê, min jî d nav vê çalakiyê de cihê xwe girtiye. Ji bo ev berxwedan mezintir bibe divê her kes dengê xwe li dengê me zêde bike. Ji bo êdî kes nemire û aştî çêbibe em di çalakiyê de ne. Divê dengê hundur li derve bê bilindkirin"    MA / Hamdullah Kesen