Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê: Guhdarkirina qêrîna girtiyan erka mirovî ye 2019-03-12 16:38:21   MÊRSÎN – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi armanca piştgiriyê bide çalakgerên greva birçîbûnê û daxwazên wan bînin ziman, daxuyanî dan û gotin: "Daxwazên girtiyan ji aliyê piraniya civakê ve tê qebûlkirin. Girtiyan ji bo van daxwazan bedena xwe dane ber birinê. Guhdarkirina daxwazên girtiyan, berpirsiyariya mirovî ye."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bi armanca piştgiriyê bide çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê û li Cemîyeta Rojnamegeran a Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniye. Nuneren pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederdasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Tabîban a Mêrsînê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Emek (EMEP) û gelek partiyên siyasî tev li civîna çapemeniyê bûn. Endamên Platformê diyar kirin ku daxwazên girtiyan ji aliyê piraniya civakê ve tê qebûlkirin û girtî ji bo van daxwazan bedena xwe dane ber birinê. Li salonê pankarta "Em Mafê Jiyanê diparêzin" vekirin.    EM NIKARIN BÊDENG BIMÎNIN   Li ser navê Platformê Serokê Odeya Tabîban a  Mêrsînê Mehmet Antmen axivî. Antmen, anî ziman ku çalakiyên li girtîgehan 3 meh derbas kirin û her ku diçe rewşa tenduristiya wan dê asta krtîtîk. Antmen, da zanîn ku girtî ji bo vê daxwaza mirov^Fi û aştiyane ku piraniya civakê qebûl dike bedena xwe dane ber mirinê û wiha got: "Em weki nûnerên saziyên sivîl û civakî nikarin li hemberî qerîna wan a nava çar dîwaran bilind dibe bêdeng bimînin. Guhdarkirina vê qerînê berpirsiyariya mirovî ye. Em wekî kesên ku bûne şahidê mirinê, wîcdanê birîndar nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin.  Hikûmet bi daxuyaniyên cuda dixwaze rê li pêş daxwazên civakê bigire. Ji darbeya 12'ê Îlonê heta niha di salên 1982, 1984, 1996 û 2001'an de li girtîgehan bi giştî 142 girtiyên ketin çalakiyan jiyana xwe ji dest dan. Divê daxwazên girtiyên ketine grevê yên Vîtamîna B1, xwê, şekir û avê neyên sînorkirin. Divê zextên li ser girtiyan bi dawî bikin û wezareta dadê daxwaza girtiyan pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Em bang li hikûmet û îktîdarê dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Em dixwazin îktîdar demek berî demekê gavên çareseriyê bavêje û daxwazên girtiyan esas bigire."    Civîn bi çepikan bi dawî bû.