Beştaş: Sedema ambargoya li ser HDP'ê çiye? 2019-03-12 15:21:30 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Sertê Meral Daniş Beştaş, bi armanca Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bi nivîskî bibersivîne pirsname da meclîsê. Beştaş, bal kişand ser rapora RTUK'ê ya der barê TRT'ê û cih nedayina HDP'ê û xwest bersîv bide.  Parlanentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser rapora RTUK'ê ya der barê weşana TRT'ê ku çiqas cih daye partiyên siyasî û pirsname da meclîsê. Beştaş, xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bi nivîskî pirsnameyê bibersivîne.  Beştaş, anî ziman ku ku Saziya Televizyon û Radyo ya Tirkiye (RTUK) saziyek ku bi baca gel hatiye avakirin û wiha got: "Ji ber vê yekê divê bê alî û wekhev nêzî hemû nasname, baweri û partiyan bibe. Bultenên nûçeyan û bernameyên di vê seyrê de cih nadin partiyên muxalif û vîna wan tune dihesibîne. Mafê azadiya gel a nûçeyan ji destê wan digire. Di rapora RTÜK'ê de xuya dibe ku beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî derfetên ku partiyên siyasî yên muxalif bernameyên xwe parve bike ji destê wan tê girtin. Li gorî rapora RTUK'ê TRT qet cih nedaye HDP'ê. Endamê RTUK'ê İsmet Demirdogen, rapora TRT'ê ya 1-28'ê sibatê aşkere kir û li gorî vê raporê TRT'ê di vê pêvajoyê de bi giştî 53 saet û 30 deqiqe cih daye tifaqa AKP û MHP'ê. Bi giştî 14 saet cih daye tifaqa CHP û İyi Partî.    Li gorî daneyan Sibatnê rapor wiha ye:    “AKP: 49 saet û 58 deqîqe û 12 saniye bername di leh de hatiye weşandin. Di eleq de qet nehatiye weşandin.  MHP: 3 saet û 32 deqîqe û 26 saniye di leh de hatiye weşandin. Di eleh de qet tune .  CHP: 5 saet û 47 deqiqe û 25 saniye di leh de û 5 saet û 56 deqiqe û 15 saniye di eleh de hatiye waşandin.  İYİ Parti: 55 dakika û 32 saniye di leh de û 1 saet û 11 dakika û 53 saniye di eleh de hatiye weşandin.  Îtîfaqa Cumhur 53 saet û 30 deqîqe û 38 saniye di leh de û di eleh de weşan tune.  HDP’ ku 6 milyon deng stendiye û 3'emîn partiya meclîsê ya Tirkiye ye, TRT qet cih nedaye HDP'ê. Ne tenê TRT televîzyonên neteweyî yên din jî qet cin nedaye HDP'ê û bi temamî ambargo daniye ser HDP'ê.    Di bernameyên ku li ser HDP’ê niqaş dikin heta niha CNN 650 rojin, Haberturk 751 rojin, NTV jî 883 rojin bang li nûnerê HDP'ê nekiriye û dawetî bernameyan nekiriye.    Beştaş ev pirs ji Oktay pirsîn:    Li gorî vê yekê agahiya we heye ku TRT qet cih nedaye HDP'ê? Cih nedayina HDP’ê tesafura Daîreya Ragihandinê ya Serokomariyê ye? Berê serokomar gotibu bi qasî cih dide îktîdarê divê cih bide muxalefetê jî. Ev rapor çiqas ligorî pîvana bêalî û wekheviyê ye? Sedema ku TRT cih nade HDP'ê çiye? Ev ne li dijî zagonên Qanuna Bingehîn e. TRT’nin. Cih nedayina nûnerên HDP'ê û niqaşên li ser HDP'ê nayê wateya tunebûn û înkara kesên dengê xwe daye HDP'ê? Qanalên televîzyonan ger ku bi alî û ne wek hev weşanê bike ev çiqas li gorî edalet û wekheviyê edîk û sincî ye. Çima polîtîkayên weşana TRT’ê nayên venêrtin. Anjî li gorî kîjan pîvanê tên venêrtin? Sedema ambargoya li ser HDPê û nedîtina HDP'ê çiye?