Şahidê 12'e Adarê Çelen: Em di rojên tarî re derbas dibin 2019-03-12 12:10:32 ENQERE - Şahidê darbeya 12'ê Adarê Tuncay Çelen, diyar kir ku ew di rojên ku şikiriya xwe bi darbeyê tînin re derbas dibin û wiha got: "Qaşo darbe tune ye. Qaşo demokrasî heye. Lê rojên em têre derbas dibin ji darbeyê xerabtir in. Em di rojên torî re derbas dibin."    Di ser darbeya 12'ê Adara 1971'an ku wekî nîv darbeya eskerî tê pênasekirin re 48 sal borîn. Serokwezîrê wê demê Suleyman Demirel îstîfa kir. Wê demê gelek mafên azadî, raman û mafên mingehîn ên mirovan li Tirkiye hatin sînorkirin. Li ser civeakê rewşa awarte hat îlankirin. Bi vê darbeyê mirov ji xalên 146'an a TCK’ê ku darvekirinê esas digire û xalên 141/142'an ên cezayên giran dixwaze, hatin darizandin. Mirovên şoreşger ji van xalan hatin darizandin û hatin kuştin.    PÊŞENGÊN ŞOREŞGER HATIN KUŞTUN   Bi vê derbeyê pêşengên şoreşger Ulaş Bardakçi, Huseyin Cevahîr, Sinan Cemgîl, Mahîr Çayan, Îbrahim Kaypakkaya jî di navde gelek pêşengên şoreşger hatin kuştin. 3 rêberên ciwanên nifşê 1968'an Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan di 6'ê Gulana 1972'an de li Girîgeha Girtî ya Navenda Enqere bi biryara Meclîsa Mezin a Enqereyê hatin darvekirin. Di serdema 12'ê Adarê de kesên hatin binçavkirin û li dadgehên leşkerî hatin darizandin 20 hezar derbas kirin.    Xwendekarê Zanîngeha Teknikê ya Rojhilata Navîn (ODTU) Tuncay Çelen ku bû şahidê darbeya 12'ê Îlonê qala wan rojan û îro kir. Çelen, anî ziman ku di nava pêşketên li Tirkiye û cihanê de partiyên sosyalîst dihatin avakirin û wiha got: "Wê demê weşanên çep û sosyalîst serbest bûn. Azadiyek nîvco hebû. Bayê çep dihat. Ciwanên nivşê 68'an wekî li cîhanê li Tirkiye jî pir zêde bû. Ciwanan, li dijî faşizmê pêla têkoşînê pêş xistibûn. Liv û tevgera karkeran zêde bûbû. Di 15- 16'ê Hezîrana 1970'an de raperîn û serhildanên mezin ên karkeran pêş ketin. Piştî tevgera îsyanek mezin darbeya 12'ê Adare pêş xistin.    'ZEXTÊN DARBEYA WÊ DEMÊ NE BI QASÎ YÊN 15'Ê TÎRMEHÊ BÛ'   Çelen, anî ziman ku wê demê zext û tundî hebûn û mirov dihatin girtin, lê dizanîbûn çima tên girtin û wiha pêde çû: "Piştî hewldanên darbeya 15'ê Tîrmehê, OHAL îlan kirin. Bi OHAL'ê re Tirkiye ket pêvajoyek pir dijwar. Di serdema darbeya 12'ê Adarê de hiqûqek hebû. Yên dihatin girtin dizanîbûn çima hatine girtin. Lê zext û tundî ne bi qasî darbeya niha bû. Darbeya niha ji ya 12'ê Îlonê jî girantir bû. Min darbeya 12'ê Adarê jî û ya 12'ê Îlonê jî dît."     'MIN 3 DARBE DÎT'    Çelen, da zanîn ku li gel darbeya 15'ê Tîrmehê 3 darbe dît û wiha bi dawî kir: "Niha qaso demorasî û hiqûq heye. Qaşo darbe tune ye. Lê niha serdestiya yek kesî heye. Bi fermana kesekî her tişt dibe. Bi fermana yek kesî mirov ji kar tên avêtin, mirov tên girtin û wekî ‘terörist’ tên îlankirin. Em niha xweziya xwe bi darbeyên 12'e Adarê û 12'ê Îlonê tînin. Em di rojên pir tarî re derbas dibin. Lê gelê Tirkiye bi şerbet e. Li dijî împaratoriya tirsê hêdî hêdî serî bilind kirin. Pîra min digot dema ji yekî hêrs dibu digot 'Xwedê zilma te zêde bike' da ku bertekên li dijî vê zilmê jî zêde bibin. Li Tirkiye jî zilm ew qas zêde bûye. Denîz, Huseyîn û Yusuf kesên şoreşer bûn. Gotina Denîz a dawî got Bijî biratiyagelê kurd û tirk. Denîz dizanîbû tekoşîna hevpar a gelan dê bi ser bikeve. Piştî darbeya 12'ê Adarê berxwedana Deniz û Mahîr Bû destan. Em wan bi serbilindî bibîr tînin."