Sêrtî: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin 2019-03-12 09:20:02 SÊRT – Sêrtiyan, xebatên qeyûm wekî "çavgirêdanê" nirxandin û destnîşan kirin ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiva qeyûm bidin.  Ji hilbijartina herêmî re 19 roj man, lê belê xebatên partiyên siyasî bênavber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de Sêrtiyan diyar kir ku ew ê di 31'ê Adarê de bersiv qeyûm bidin.    Dayika Aştiyê Maşallah Arslan, anî ziman ku çi kurdî çi ereb, çi tirk kî dibe bila bibe divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve û divê ji ber hilbijartinê kesên di greva birçîbûnê de neyên jibîrkirin. Arslan got: "Ew canê me ne. Ji bo êdî dilê dayikan neêşe, divê Sêrtî di vê hilbijartinê de hem xwedî li raya xwe hem jî li daxwaz çalakgerên greva birçîbûnê derkevin."    'EM Ê VÊ ZILMÊ BIQEDÎNIN'    Dayika Aştiyê Akîde Arslan jî got: "Ji bo careke din li Sêrtê pergala hevserokatiyê pêk bê, divê hemû jin xwedî li vîna xwe derkevin û dengê xwe bidin HDP'ê. Divê êdî jin dakevin qadan. Em dayik û jin, em ê vê zilmê biqedînin."    ‘WÊ BERSIVÊ BÊ DAYÎN'    Ûgûr Çakas ku zanîngeh kuta kiriye lê belê betal e, diyar kir ku sedema betaliyê îktîdar û got: "HDP, li dijî faşîzmê têdikoşe û sirf ji bo vê divê herkes xwedî li HDP'ê derkeve." Her wiha Çakas bilêv kir ku divê HDP, hîn bêtir bala xwe bide ser meseleyên aborî û got: "Wê gel di 31'ê Adarê de bersiva qeyûman bide. Piştî vê barê HDP'ê girnatir dibe. Divê polîtîkayên der barê aboriyê de çêbike û dest bavêje betaliya li Sêrtê."   'QEYÛM TENÊ ÇAV GIRÊDAN'    Çakas, ji bo xebatên qeyûm jî got: "Qeyûm ji xeynî çavgirêdanê tu tiştek nekiriye. Şaredarî tenê ne çandina çend kulîkan e."    Alî Kaçar jî, anî ziman ku qeyûm tu xizmet nekiriye û got: "Lê binerin şaredarî veguheriye qereqolê. Ev çend sal in ez neçûme şaredariyê. Tenê ne ez, tu sêrtî nikarin biçin wir. Em şaredariya xwe bi dest bixin, da em bi rihetî biçin û bên."    Omer Guneş jî got: "Li Sêrtê kesî qeyûm nexwest. Çi kiribe ji bo xwe û alîgirên xwe kiriye. Em ji HDP'ê tiştekî naxwazin. Em tenê xwedî li vîna xwe derkevin. Ji bo me a girîng ev e." dedi.    Yûsûf Kaplan jî destnîşan kir ku wê li vir jî AKP veguhere partiya tabelayê û got: "Tenê ne li Sêrtê, em li tu derê jî qeyûman naxwazin. Ên raya xwe didin AKP'ê, divê baş bifikirin; ji bo êdî kes nemire divê li cem gelê xwe bin û raya xwe bidin partiya gelê xwe."      MA / Metin Yoksu