'Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e' 2019-03-12 09:19:14 STENBOL – Piştî 23 salan şûnde doza der barê Komkujiya Gaziyê de ji nû ve dest pê kir. Parêzer Gulîzar Tûncer, diyar kir ku dewlet dixwaze dozê daxilî dozên demborî bike û got: "Li holê komkujiyeke mezin heye ku bi destê dewletê hatiye kirin. Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e."  Di 12'ê Adara 1995'an de li Taxa Gaziyê ya Stenbolê ku welatiyên elewî lê dijîn, 5 qehwexane û pastexaneyek hatibû guleberankirin. Piştî guleberankirinê bûyer qewimîbûn û di van bûyeran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabû bi sedan kes jî birîndar bibûn. Bûyer 3 rojan dewam kirin û piştî Taxa Gaziyê, li Taxa Mûstafa Kemal (Taxa 1 Mayisê) ya Umraniyeyê jî rû dabûn. Li vir jî 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 14 kes jî birîndar bibûn.    Piştî bûyerê, di 11'ê Îlona 1995'an de doz dest pê kiribû. Di 5 salan de 31 danişîn pêk hatin û di 3'yê Adar 2000'î de bi encam bû. Di dozê de 20 polîs bereat kirin û li 2 polîsan jî 4 sal û 32 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn.    Piştî di 11'ê Tîrmeha 2002'yan de Dadgeha Bilind biryara hat dayîn pesend kir, xizmên 22 kesên di bûyerê de hatin kuştin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan û DMME'yê biryar da ku divê tazmînat bê dayîn. DMME'yê di biryara xwe de got divê dewlet tazmînatê bide xizmên 12 kesên li Taxa Gaziyê jiyana xwe ji dest dan û xizmên 5 kesên li Umraniyeyê jiyana xwe ji dest dan. DMME'yê 500 hezar eûro ceza li Tirkiyeyê birî. DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku Tirkiye madeya 13'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê kiriye û berkesên hikma "rêgirtina serlêdana li meqamên netewî" tev geriyaye.    PIŞTÎ 23 SALAN ŞÛNDE JI NÛ VE DEST PÊ KIR    Piştî vê biryarê, parêzer ji boder barê êrîşa li Umraniyeyê de doz bê vekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Umraniyeyê dan. Dosyeya ku 10 salan hat sekinandin, di sala 2015'an de berî ku mîadê wê tije bibe bi 5 rojan ji aliyê dozgeriyê ve hat qebûlkirin. Lê belê vê carê jî Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Anadolûyê biryara demboriyê da. Dadgehê wek hincet jî dîroka qebûlkirina îdianameyê esas girt. Piştî parêzeran biryar şand temyîzê, Dadgeha Bilind diyar kir ku divê dîroka amadekirina îdianameyê esas bê girtin û biryara dadgehê xera kir. Li ser vê danişîna ewil di 14'ê Kanûna 2018'an de pêk hat û danişîna din jî taloqî 14-15-16'ê Gulana 2019'an hat kirin.    'BI DESTÊ DEWLETÊ HAT KIRIN'    Parêzer Gulîzar Tûncel, anî ziman ku piştî bûyerên ji bo doz dest pê bike pir hewl dane û got: "Wexta me doz vekir, daxwaza me ya sereke cezakirina berpirsiyarên sereke bû. Yanî berpisiyarên siyasî û leşkerî yên wê demê. Ên li wir dihatin xuyakirin tenê tetikêş bûn. Me xwest, doz li kesên ferman dane û ew zemîn amade kirine bê vekirin. Çimkî ev komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Ev îdia tenê ne îdiaya me ye. Midûrê Giştî yê Emniyetê yê wê demê Hanefî Avci got 'ên bûyer dan destpêkirin komeke kontrgerîlla ne.' Me gelek caran daxwaz kir ku Hanefî Avci bê guhdarkirin. Lê daxwaza me nehat qebûlkirin. Bi zorê doz hat vekirin û wexta dest pê kir jî tenê der barê 20 polîsî de hat vekirin. Ji evana jî tenê ceza li 2 kesan hat birîn. Paşê ew ceza jî hat taloqkirin."    'DIXWAZIN DAXILÎ NAV DOZÊN DEMBORÎ BIKIN'    Tûncel, destnîşan kir ku 23 sal şûnde doz ji nû ve dest pê kiriye û danişîna bê jî wê di 14'ê Gulanê de pêk bê. Tûncel got: "Di ser re 24 sal derbas bûne, tu yê kîjan şahidî bibînî. Tu yê kîjan delîlî bibînî. Dixwazin 30 sal di ser dosyeyê re derbas bibe, da daxilî nav dosyeyên demborî bibe. Lê ji hêla me ve ev ne mimkun e. Ev ne dozeke cinayetê ya ji rêzê ye. Li holê komkujiyeke mezin heye ku bi destê dewletê hatiye kirin. Di sûcên li hemberî mirovahiyê de demborî ne mimkun e."   MA / Ferhat Çelik