'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e' 2019-02-26 09:18:33 ÎZMÎR – Fesîh Sayan, bavê Ramazan Sayan ê li Gîrtgeha Tîpa L a Alanyayê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê gav bên avêtin û got: "Çi biqewime berpirsiyar hikûmet e."  Çalakiya grev abirçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 111'an de ye. Bi heman daxwazê li 62 girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya 328 girtiyan didome.    Yek ji van girtiyan jî Ramzan Sayan e ku li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bavê wî Fesîh Sayan, diyar kir ku di 4'ê Sibatê de çûye girtîgehê û kurê xwe dîtiye.    'GARDIYAN LI BER SERÊ ME BÛ'    Sayan, diyar kir ku di dema hevdîtina vekirî de gardiyan li ber wan sekiniye û ji ber vê wan nikaribûye bi rihetî biaxive. Bav Sayan, anî ziman ku kurê wî û çalakgerên din zihîf bûne, lê belê moralê wan xurt bû.    BI AWAYEKÎ RÊK Û PÊK NAYÊN KONTROLKIRIN    Bav Sayan, diyar kir ku hefteya borî jî bi telefonê bi kurê xwe re axiviye. Sayan, diyar kir ku ji ber vîtamîna B nayê dayîn girtiyan serî li ÎHD'ê daye û bi awayekî rêk û pêk rewşa tenduristiya wan nayê kontrolkirin.    ‘EM Ê BI BERXWEDANA XWE DÎROKÊ BINIVÎSÎNIN'    Bav Sayan, diyar kir ku kurê wî gotiye: "Heta tecrîd ranebe wê çalakiya me dewam bike û em ê bi paş ve gav navêjin. Em naxwazin pir behsa rewşa tenduristiya me bê kirin. Bila behsa têkoşîna me bê kirin. Em ê bi berxwedana xwe dîrokê binivîsînin. Ger kurd hemû li dor vê têkoşînê bibin xelek, em ê bi ser bikevin."    ‘BERPIRSIYAR HIKÛMET E'    Bav Sayan jî got: "Divê demildest gavek bê avêtin û ger tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e. Em bi têkoşîna kurê xwe serbilind in. Têkoşîna girtiyên siyasî ji bo me pir girîng e. Çi dibe bila bibe em ê li cem wan bin."