ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-26 09:00:51   * Nazîme Avras ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ye, ji bo tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe serî li îdareya girtîgehê da, lê belê emniyetê bi hinceta "ewlehiyê" serlêdan qebûl nekir.    * Fesîh Sayan, bavê Ramazan Sayan ku li Gîrtgeha Tîpa L a Alanyayê 53 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê gavin bên avêtin û got: "Çi biqewime berpirsiyar hikûmet e."    * Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kiriklarê, li girtiyên ji bo bal bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan dirûşme berzkirin, cezayê hucreyê û qedexekirina ragihandinê hat birîn.    * Pêşnûmaya "efûya zewicandinê" beriya hilbijartinê careke din ket rojevê. Parêzer Dîren Cevahîr Şen, diyar kir ku divê jin li dijî vê tev bigerin û zemînên rêxistnbûyînê biafirînin.    * Girtiyê nexweş nivîskar Ahmed Huseyîn ku 27 sal in girtiye, li ser kesên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne helbestek nivîsand.    * Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Farûk Îşlek, diyar kirin ku ew ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin.    * Rojnamevan Meltem Oktay, ji Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, der barê greva birçîbûnê û çalakgeran de bi ser navê "Tu min dibînî" nivîsek nivîsand.    * Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu got: "Dibe ji nişkave li girtîgehan mirin çêbibe. Ji bo ev yek çênebe divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên çêkirin û tecrîd bi dawî bibe." Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî got: "Bila tecrîda li ser jiyan û fikrên gelan rabe û em bi hev du re azadiyê bêhn bikin û aştiyê berbelav bikin."    * Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, girtiyê nexwel Mazhar Guler hat derbkirin û rapor nedanê. Her wiha ji ber jimariya li ser piyan qebûl nekiriye der barê wî de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin.    * Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ne, peyamek şandin û gotin: "Em ê bi vê çalakiyê vîna xwe veguherînin vîneke ji pola. Em ê bi vê vînê bi ser bikevin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin."    * Çawa îtîfaqa AKP-MHP li ser derdorên muxalif û bi taybetî jî ser civaka kurd siyaseta çewsandin û tunehesibandinê dimeşîne û her diçe wan ber bi tunekirinê ve dibe, du partiyên desthiladar ên li Herêma Kurdistana Federal PDK û YNK jî heman siyasetê li ser partî, sazî û civakên muxalif dimeşînin û ew jî wekî wan bi windabûn û tunekirinê ve rû bi rû dimînin.   * Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan re ya Marmara bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan dê li Qada Gebze daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)    * Platforma Jinan a Rihayê û Komeleya Piştevaniya Jinê ya MalaJiyanê, dê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê û piştevaniya jinan daxuyaniyê bide. (12.00)   * Odeya Tabîban a Stenbolê bi armanca piştgiriyê bide akademîsyenên gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" û doz li wan hat vekirin dê li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê li Gaziosmanpaşa daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)   * Hempîşe û malbata Midûrê Karên Nivîsan a Azadiya Welat Rohat Aktaş ku li Cizîrê di jêrzemînê de jiyana xwe ji dest da, dê li Pirsûsê Rohat Aktaş bibîr bînin.