Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin 2019-02-25 15:18:45   ÎZMÎR – Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve, têkildarî bazarkirina fabrîqeya dîrokî ya ceyranê daxuyanî da û got: “Ji bo betalkirina îhaleye dê hewldanên me bidomin."    Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve, têkildarî bazarkirina fabrîqeya dîrokî ya ceyranê daxuyanî da çapemeniyê. Hesabgirê Baroya Îzmirê Huseyîn Yildiz daxuyanî da û got: “Ji bo betalkirina îhaleye dê hewldanên me bidomin. Tesîsa fabrîqeyê di sala 1928'an de hat avakirin. Tesis ji Şaredariya Îzmirê derbasî ETİ Bankê bû. Piştre derbasî destê Saziya Elektirîkê ya Tirk (TEK) bû. Di sala 1989'an de hat girtin. Avahî ewil dewrî TEK, TEAŞ, Şîrketa Anonîm a GEDİZ'ê bû. Herî dawî dewrî TTA Gayrimenkul A.Ş. bû. Di 26'ê Sibata 1998'an de wekî berhemê çanda tabiatê ji bo bê parastin hat tescilkirin. Lê Îdareya Arizikirê di 23'ê Çileya 2018'an de bi rêbaza îhaleyê dewir girt. Em wekî platforma Îzmirê, Baroya Îzmirê, TMMOB, EGEÇEP, Vakfa Ayva û gelek rêxistinên demokratîk tevî gel û zarokan dema ev biryar hat girtin, li gel Odeya Mimaran, Odeya Endezyarên Elektrikê û Odeya Plansazên bajaran  ketin nava xebatê. Ji bo ev dosya îhaleyê be betalkirin me doz vekir. Ji bo ev îhale bê betalkirin têkoşîn û doza me dê berdewam bike."