Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene 2019-02-25 13:52:35 AMED – Vakfa Mezopotamya ku bi armanca zimanê kurdî pêş bixin û yekpariyekê ava bikin Rêbera Rastnivîsînê amade kirin, niha jî amadekariyê dikin ku 2 kovarên kurdî çap bikin.    Vakfa Mezopotamya, bi armanca yekpariya ziman pêş bixin û ziman pêş bixin, klavûza Rêbera Rastnivîsînê amade kirin û li Otelek Amedê bi civîneke çapemeniyê dan nasandin.  Weqfa Mezopotamya sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bikurdî xebatên xwe yên li ser zimanî didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, herweha bi rêbera rastnivîsîna bê-jeyan dîtin û di bin banê weqfê de, di sala 2015'an da Komxebata Kurmancîyê ava kirin. Gelek zimannas û lêkolînerên kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser ziman didomînin. Zimanzanan piştî xebata 3 salan Rêbera Rastnivîsînê çap kirin û li Otelek Amedê dan nasîn. Di civînê de Serokê Vakfa Mezopotamya Osman Akyil, Sekreterê Giştî yê Vakfê Îhsan Ay, ENdamên Vakfê Gevriye Atli, Zimanzan Samî Tan û Bahoz Baran amade bûn.    Serokê Vakfê Osman Akyıl, der barê Rêbera Rastnîvîsînê de agahî da û wiha got: "Ev berhema xebatek kolektif e. Dê berdewamiya vê xebatê bê. Bi vê pirtûkê dê li ser zimanê kurmanci yekîteyek bê avakirin. Ev xebat hemû kurdan temsîl dike. Xebatên me yên li ser ziman didomin. Dîsa bi Baroya Hiqûqê re em li ser zimanê hiqûqê dixebitin. Em dê ferhenga Hiqûqa Kurdî ava bikin. Dîsa di qada Tipê de jî em bi Odeya Tabîban a Amedê re xebatê dikin. Em dê xebatên li ser ziman li qadek mezin belav bikin.    Bi armanca xebatên me mayinde bibin, em dê berê xwe bidin çapemeniya çapê. Di vê mijadê de yek jê Lisneya ku ji kesên pispor pêk tê, dê folklora Kurd, dê krîterên nivîsê diyar bike. Em dê li ser vî esasi 2 kovarên kurdî çap bikin. Dê kovar bi kurdî bên çapkirin. 2 kovar dê ji 3 mehan carekê bên çapkirin.    Zimanzan Bahoz Baran jî anî ziman ku bi ve xebatê armanc dikin ku di demên pêş de binasaziya zanîngeha ku bê avakirin pêk bînin. Baran, da zanîn ku kurdi di mijara ziman de kêmasiya ku hemû saziyan eleqeder dike dijî û Vakfa Mezopotamya armanc dike ku vê kêmasiyê ji holê rake.    Piştre li ser klavûza Rêbera Rastnîvîsîne ku di pêşerojê de çawa têkeve meriyetê niqaş hatin kirin.