Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman 2019-02-25 13:29:28   AMED - Endama Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Beverly Ann Keen, diyar kir ku wê daxwaza Leyla Guven a 110 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye û hemû girtiyan li her derê bînin ziman û wiha got: “Deriyên ji bo aştiyê, bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. Divê Tirkiye û hemû cîhan vê bibîne.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja 110’emîn de berdewam dike.  Çalakiya koma ewil a li girtîgehan hat destpêkirin ket roja 72’an, çalakiya nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ket roja 97’an, li bajarê Strasbourg a Fransayê jî çalakiya 14 kesî dabû destpêkirin ket roja 71’ê, li Gallerê çalakiya Îmam Şîş ket roja 71’an, li Mexmurê çalakiya endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ket roja 37 û ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî ket roja 42’an.   Endama Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, aktîvîsta mafê mirovan û akademîsyen Beverly Ann Keen ji Rojnameger û nûçegîhana JINNEWS'ê Berîtan Canozer re axivî. Beverly Ann Keen diyar kri ku ew piştgiriyê didin çalakiyên grevê û wiha got: "Ji bo tiştên civak dijîn bidin bihistin di vê delegasyona aştiyê de cih digirim. Ji bo mirovan têkoşîn dayîn û parastina mafên wan min gelek baş dide hîskirin. Li hemû welatan binpêkirina maf tê jiyîn. Em bi taybet ji bo tiştên li Tirkiyeyê û Amedê tên jiyîn di cih de bibînin hatin. Ev deng ji aliyê desthilatdariyê ve tê çewisandin. Armanca me ev e ku em vî dengî bidin bihistin. Em ji bo piştevanî û şikandina tecrîdê hatin vir. Ez bang li CPT, li NY, PE, NATO û Amerîkayê dikim. Daxwaza wan daxwazek lezgîn e. Divê demildest Tirkiye bê hişyarkirin ku li gorî qanûnên xwe tev bigerin. Divê ev daxwaz demildest pêk bê. Hîna ku mirin çê nebûne divê daxwazên çalakgeran pêk bê. Tecrîda li ser Ocalan divê demildest bi dawî bibe. Em ê li her derê daxwazên mafdar ên Leyla û hevalên wê bînin ziman. Deriyên ji bo aştiyê, bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. Divê Tirkiye û hemû cîhan vê bibîne.”