Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng 2019-02-18 09:08:10 BÛRSA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê dene, diyar kirin ku ew ji ber di çalakiya li dijî tecrîdê dene pir keyfxweşin û gotin: “Moralê me bilinde. Divê hemû kesên dibêjin ez hiqûqnas, azadîxwaz û demokratim, ji bo vê pêvajoya xurt bibin deng.”  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kir, di roja 103’yemîn deye. Greva birçîbûnê ya bi sedan girtiyên piştî Guven dan destpêkirin jî berdewam dikin.   Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku heya tecrîd ranebe dê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikin.   ‘DENGÊ ME YÊ BILIND DIBE, DIVÊ BÊ BIHÎSTIN’   Suleyman Saydan ê di sala 1994’an li navçeya Berwarî ya Sêrtê hat dinê, 4 salin girtiye. Saydan diyar kir ku di 28’ê Kanûna 2018’an ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Saydan, da zanîn ku ew berê jî 21 rojan ketibû greva birçîbûnê û wiha axivî: “Kontrola tensiyon û pîvana kîlo tên kirin. Xwê, şekir û vîtamîna B12 didin me. Ji roja ku min dest bi greva birçîbûnê kir û heya niha, ez tu carî evqas keyfxweş û aram nebûbûm. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bi pêşengtiya Leyla Guven me dest bi greva birçîbûnê kir. Ev jî keyfxweşiyek mezin di min de da avakirin.  Heya ku tecrîd rabe, hevdîtên parêzer û malbatê li gorî rêbazên hiqûqî pêk werin ezê greva xwe ya birçîbûnê bi dawî bikim. Ez bang li hemû kesên dibêjin ez hiqûqnas, azadîxwaz û demokratim dikim ku deng bikin vê pêvajoya muazzez û dengê me  yê bilind dibe, bê bihîstin.”    ‘EZ BI MORAL Û KEYFXWEŞIM’   Ercan Gokçe jî, yê ji 28’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê deye, di sala 1988’an li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dine. Gokçe ji 26’ê Adara 2018’an ve girtiye û 3 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Gokçe, anî ziman ku ew tu caran neketiya greva birçîbûnê û wiha axivî: “Ez bi moral û keyfxweşim. Ji ber ku dinava pêvajoyek wiha de cih digirim, pir keyfxweşim. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tu aliyên wê yên hiqûqî û exlaqî tuneye. Çi dema ku tecrîda li Îmraliyê ji holê rabe, ezê wê demê dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bînim. Ez dixwazim layîqî gelê xwe  derbikevim. Ez silav, heskirin û rêzdariyên xwe ji hemû kesên bi hestir tevdigerin re rêdikim.”   'DIVÊ RAYA GIŞTÎ HÎN ZÊDETIR BI HESTIYAR TEVBIGERE'    Memet Kiliç ê ji 28’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê deye jî, ji 19’ê Adara 2018’an ve girtiye, 3 sal û 2 meh cezayê girtîhê lê hatiye birîn. Kiliç, da zanîn ku ew di sala 2013’an de jî, ji bo 21 rojan ketiye greva birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Ez xwe pir baş hîs dikim. Tecrîd sûc3e mirovahiyê ye. Bi awayekê bêhiqûqî nezî vîna bi mîlyonan mirov dibin. Li dijî vê bêhiqûqiyê ez ketim greva birçîbûnê. Heya ku tecrîd bi dawî nebe, ez dest ji çalakiya xwe  ya greva birçîbûnê bernadim. Ez bang dikim ku raya giştî hîn zêdetir bi hestiyar tevbigere.”