Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin 2019-02-18 09:07:33 STENBOL – Xwişka Turan Gunana yê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye Fener Gunana bang li hêzên demokratîk kir û got: “Tecrîd tenê pirsgirêka girtiyan nîne. Pirsgirêka me hemûyane. Divê em xwe ji vê çalakiyê dûr nekin û piştgiriyê bidin girtiyan.”  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de destpê kir, di roja 103’yemîn de berdewam dike.    Turan Gunana yê 14 salin di girtîgehê deye, ji 17’ê Kanûnê ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira di greva birçîbûnê deye. Gunana di 24’ê Kanûna 2012’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdag sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira hat kirin. Gunana di sala 2012’an de 59 rojan beşdarî greva birçîbûnê ya 68 rojan berdewam kir, bû.  Gunana di 15’ê Sibata 2018’an de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan bi tena serê xwe 53 rojan di greva birçîbûnê de dimîne. Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Guven li girtîgehê destpê kir û li hemû girtiyan belav bû, Gunana jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û çalakiya wî di roja 64’emîn de berdewam dike.    Xwişka Turan Gunana Fener Gunana, diyar kir ku heya tecrî bi dawî nebe birayê wê dê greva xwe ya birçîbînê berdewam bike û di çalakiya xwe de jî bi biryare.    ‘TELEFON QÛT DIBIN’   Xwişk Gunana, anî ziman ku di demên dawî de hevdîtinên wan ên telefonê qût dibin û wiha axivî: “Di hevdîtina dawî de, me tenê sê deqan axivî û rayedarên girtîgehê telefon qût kirin. Berê jî astengiyên wiha hebûn. Lê di demên dawî birîna telefonê pir zêde bûye. Em dixwazin ku ji ber grevên birçîbûnê hevdîtina telefonê qût dikin. Şert û mercên girtîgehê pir zor û zehmetin. Em jî weke hemû malbatên din van zoriyan dijîn. Miriyên me çêbûn, birayê min nehat. Di sala 2008’an de dayika min û di sala 2015’an de jî birayê min jiyana xwe ji dest dan, lê destûr nedan ku birayê min beşdarî merasîma cenazeyê wan bibe. Ev 14 salin ligel birayê xwe me û hezê ji vir û şûn de jî li gel wî bim.”   ‘DIVÊ EV TECRÎDA MUTLAK RABE’   Gunana, da zanîn ku ev 20 salin Ocalan dibin tecrîdek mutlak deye û wiha got: “Di encamê de tecrîda li ser Birêz Ocalan, tenê ne li dijî Ocalane. Îro dema em li Tirkiyeyê mêze dikin, ev tecrîd bandorê li hemû Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê girtî bi awayekê wijdanê li dijî vê tecrîdê ne rehet dibin û dest bi çalakiyên wiha dikin. Ji ber vê divê tecrîda mutlak a li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin.”   BANG LI HÊZÊN DEMOKRATÎK KIR   Gunana, destnîşan kir ku ji derveyî birayê xwe bi girtiyên din re hevdîtin pêk aniye û wiha bilêv kir: “Bi rastî jî, girtî bi biryarin. Çawan ku tecrîd rabe, dê çalakiya xwe bi dawî bikin. Ez bang li hemû hêzên demokratîk dikim ku dengê xwe bilin bikin. Girtiyan îro ji bo azadiya xwe dest vê greva birçîbûnê kirine. Ji bo rakirina tecrîdê û hemû gelên Tirkiyeyê girtî di greva birçîbûnê dene. Hemû kesên aştiyê dixwazin, divê piştgiriyê bidin girtiyan. Tecrîd ne tenê pirsgirêka girtiyane. Pirsgirêka me hemûyane. Divê em xwe ji vê çalakiyê dûr nexin û piştgiriyê bidin girtiyan. Ji bo ku em derengtir nemînin, ez hemû hêzên demokratîk vedixwînim piştevaniyê. Daxwazên hevalan, daxwazên mene. Heya dawiya em li gel girtiyê xwe ne.”   ‘EM DIBÊJIN ÊDÎ BESE’   Gunana, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila ezmûna hin êşan bi me nedin kirin. Li ser vê erdnîgariyê, qasî cîhanê me êş jiyan û bedelên gelek mezin dan. Emê tu carî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em dibêjin êdî bese. Bila ciwanên me nemirin û dayîkên me negirin. Teqez divê tecrîk rabe. Ji bo ku aştî li ser axê pêk were.”   MA / Sadiye Eser