TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da 2019-02-17 16:48:13   AMED - TJA'yê xwest ku polîsekê ku  li Enqereyê êrîşa zayendî li xwendekarekê kir,  ji peywirê bê girtin.  Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsekê ku di dema çalakiya endamên Komeleya Piştîvanî û Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TAYAD) a li Cadeya Sakarya ya Enqerê li hemberî xwendekarek jin a piştgrî da malbatan, da.    'ÊRÎŞ DÊ TÊKOŞÎNA ME PAŞVE NEXWE'   TJA'yê darberê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Desthilatdariya serweriya zilam qirkirina jinan, tacîz û tecawizê zêdetir dike. Em vê hêrsa dewletê ya li hemberî berxwedana jinan ji şerê wê yê li dijî Tirkiye û Kurdistanê nas dikin. Tifaqa AKP û MHP’ê berpirsê jinên hatine qetilkirin e. Divê were zanîn ku êrîşên mêrserweriyê yên li dijî jinan, ew ê nikaribe berxwedan û têkoşîna jinan bide sekinandin.   Em bang li hemû raya giştî dikin ku li hemberî vê êrîşa zayendî ya ku li jinekê hatiye kirin, tu carî bêdeng nemînin û em vê feraseta ku êrîş kiriye jî teşhîr bikin. Divê polîsê ku vê êrîşa zayendî kiriye jî, ji peywirê were stendin.”