Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin 2019-02-16 18:25:00   COLEMÊRG - Dayika Şemiyê Meryem Baskin ku dema li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da, li cem gora kurê xwe Abdulmecît Baskin hat veşartin.    Dayika Şemiyê Meryem Baskin, dayika Midûrê Nifûsa Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin ku di sala 1993'yan de hat binçavkirin û piştî du rojan şûnde cenazeyê wî li nêzî navçeya Golbaşiyê hat dîtin, hat veşartin. Dayika Baskin, ji bo kiryarên kurê wê bên dîtin bi salan di nav çalakiya Dayikên Şemiyê de cih girtibû. Ji ber dayika Baskin nexweş bû, li Wanê li nexweşxaneyekê dihat tedawîkirin. Lê belê îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Ji bo cenazeyê Baskin li Gevera Colemêrgê merasîmek hat lidarxistin û paşê li cem gora kurê xwe Abdulmecît Baskin hat definkirin.