ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan 2019-02-16 15:50:04   HATAY - Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edenê Parêzer Zelal Demîray, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna pençeşerê Mûhsîn Kizilkan û got: “Divê Kizilkan û hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan.”   Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Edene û Hatayê, di daxuyaniya dan de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna pençeşerê Mûhsîn Kizilkan ê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçe û Hatayê û gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Bila girtiyê nexweş Mûhsîn Kizilkan bê berdan” û “Em naxwazin di girtîgehan de mirin pêk bên.”    Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edenê Parêzer Zelal Demîray, daxuyanî da û wiha got: “Di hefteya dawî de rapora ‘nikare di girtîgehê de bijî’ ji bo girtiyên edlî Alî Aydar Yildiz ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê û Mehmet Gok ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê dimîne hatin dayîn. Lê ligel vê jî nehatin berdan û di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.”   ‘PIRSGIRÊKÊN DERMANKIRIN DIJÎN’   Demîray, anî ziman ku pirsgirêkên jiyanê yên cîdî di girtîgehên Tirkiyeyê de hene û wiha bilêv kir: “Yek ji van pirsgirêkan jî xwe negihandina tenduristiyek baş û mezekirên tibbîne. Pirsirêka xwe gihandina nexweşxanê êdî weke amûrê cezakirinê tê bikar anîn. Rewşa girtiyê nexweşîna pençeşêrê Mûhsîn Kizilkan ê cezayê muebetê lê hatiye birîn, di sala 2016’an de ji bo wî teşhîsa pençeşêra kolonê hat danîn. Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor da Kizilkan û ji bo salek û nivê cezayê wî hat taloqkirin û berdan. Lê ji ber ku dema raporê ya salek û nivê derbas bû, dîsan hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê. Kizilkan emeliyeta fitiqê derbas kiriye û pirsgirêkên dermankirinê dijî.”   KONUTUNDA CEZASINI GEÇİRSİN   Demîray, da zanîn ku ji bo ku girtî di girtîhan de jiyana xwe ji dest nedin ew bang li rayedaran dikin ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin demildest girtiyê nexweşîna pençeşêrê Mûhsîn Kizilkan û hemû girtiyên li Tirkiyeyê bên berdan.