Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin 2019-02-16 14:03:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezaran Kurd û dostên kurdan li Strasboûrgê gihiştin hev û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşin.     Bi deh hezaran Kurd û dostên kurdan, bi armanca 20'emîn salvegera 15’ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye şermezar bikin û berxwedêrên greva birçîbûnê yên bi armanca şikandina tecrîdê  di grevê de ne, ji gelek bajarên Ewropa ketin rê û li Strasboûrgê kom bûn. Bi deh hezaran kesên li Strasbourgê gihiştin hev dimeşin. Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn ji bo protestokirina 15’ê Sibatê û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven, li bajarê Strasboûrgê ji bo meş û mîtîngê kom bûn. Serê sibê Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya, Swîsre, Belçîka, Ewûstûrya û gelek welatên din ên Ewropa dijîn bi otobus û wesayîtên taybet hatin Strasboûrgê. Bi hezaran kes bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê ber bi qada meş û mîtîngê ve dimeşin. Bi deh hezaran bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz dikin.    WÊ MÎTÎNGÊ PÊK BÎNIN   Polisên Fransayê li qada ku girse kom bibe tedbîrên giran ên ewlehiyê girtine û li rêya ku meş derbas dibe, rê bi wesayîtên leşkerî balê dikêşe. Bi deh hezarên ku li qadê kom bûne wê saetên pêş de ber bi qada Reu des Venneaûx ve bimeşin a ku ew ê mîtîng lê were lidarxistin.