Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin 2019-02-16 13:44:58   RIHA – Girtiyê edlî Yûnûs  Akbûlût (23) ê li Girtîha Tîpa T a Sîweregê dima, bi îdîaya întîxar kir, cenazeyê wî teslîmî malbatê hat kirin.    Hat îdîakirin ku girtiyê edlê Yûnûs Akbûlût (23) ê nêzî salekê li Girtîgeha Tîpa T a Siwereg a Rihayê ma, di 13’ê Sibatê de întîxar kiriye. Rayedarên girtîgehê piştî bûyerê li malbatê geriyan û ji malbatê re gotin: “Akbûlût ê ketibû tenqezeriyê xwe bi banê tualetê ve daliqan û întîxar kir.”   Malbata Akbûlût jî, gumanên wan derbarê întîxara zarokên wan de heye. Ji ber vê yekê malbat li benda encama otopsiya detayê ye û dixwaze ev encam demildest derbikeve.   Hat diyar kirin ku bav û birayê Akbûlût jî, ji ber sûçên edlî girtîne û birayekê wî jî, di sala çûyî de piştî ku ji girtîgehê derket û şûnde întîxar kiriye.