Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome 2019-02-16 13:43:37   DÊRAZOR - Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê, Çiya Firat diyar kir ku wan çeteyên DAIŞ`ê di nava 700 metre çargoşe de dorpêç kirine û sedema derengmayîna pêşveçûnê, ji ber DAIŞ sivîlan dike mertalên zindî  ye û got: “Me 10 esîrên xwe rizgar kirin û em ê di nêziktirîn demê de mizgîniyê bidin tevahiya cîhanê. Xebatên me yên ji bo tunekirina şaneyên DAIŞ`ê wê berdewam bikin.”   Fermandarên Bagera Cizirê têkildarî encama şerê li Dêrazorê civîna çapemeniyê pêk anîn. Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Çiya Firat di civîna çapemeniyê ya li Heqil Umer a Dêrazorê hat lidarxistin, agahiyên dawîn dan. Berdevkê fermî yê Buroya Ragihandinê ya QSD`ê Mustefa Balî, fermandarên QSD`ê, hejmareke mezin ji dezgehên çapemeniyê beşdarî civînê bûn. Çiya Firat di destpêkê de got çeteyên DAIŞ`ê di firehiya 600-700 metreçargoşe de hatine dorpêçkirin û wiha axivî: "Em bi awayekî hişyar bi pêş ve diçin. Sedema derengmayîna pêngava me ew e ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û em hewl didin parastina wan bikin."   10 DÎL RIZGAR KIRIN   Çiya Firat diyar kir ku hejmarek dîlgirtinê wan di destê çeteyên DAIŞ`ê de hene û îro ji wan 10 kes rizgar kirine. Fermandar Çiya Firat diyar kir ku wan bi hezaran sivîl bi rêya korîdorên ewle yên ku vekirine, rizgar kirin û alîkarî ji wan re peşkêş kirin. Çiya Firat destnîşan kir ku ew ê di nêzîktirîn demê de mizgîniya bidawîbûna dagirkeriya DAIŞ’ê bidin pêkhateyên herêmê û  tevahiya cîhanê. Çiya Firat, herî dawî wiha got: "DAIŞ di çend rojan de tune nabe. Wê têkoşîna me ya ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê  bidome.”