Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e 2019-02-16 12:35:01   AMED - Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk a Qadê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê anketa hilbijartina herêmî pêk anî û diyar kir ku HDP li van bajaran bi ser ji sedî 60'î li pêş e.  Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk a Qadê li 5 bajarên herêmê di navbera 26-30'ê çile de ji bo hilbijartinên herêmî lêkolîna qadê kir. Navenda Lêkolînê li Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih û Şirnexê anketan rû bi rû pêk anî û ji welatiyan pirsî. Di anketê de pirsa "Îro hilbijartin pêk were hûnê dengê xwe bidin kê?" kir.    LI AMEDÊ FERQA HDP'Ê JI SEDÎ 32.8 E   Li gorî lêkolîna qadê li Amedê HDP ji sedî 61,3 bi ser dikeve, AKP jî ji sedî 28,5, ji sedî 1,2 CHP û ji sedî 0,7 jî MHP. Ji sedî 8,3 jî biryara kesên bêbiryar in û partiyên din .e Di lêkolînê de ferqa navbera HDP'ê û AKP'ê ya li Amedê ji sedî 32,8 hat diyarkirin.    LI WANÊ HDP BI SER JI SEDÎ 56'AN DE YE    Li Wanê jî hilbijêran ji sedî 56 got HDP û ferqa di navbera HDP'ê û AKP'ê de jî wek ji sedî 18,8 pîvand.   HDP LI MÊRDÎNÊ LI PÊŞ E    Li gorî anketê li Mêrdînê jî ji sedî 55,9 li pêş e û AKP jî ji sedî 35,1 da nîşandan. Li vir jî ferqa di navbera HDP'ê û AKP'ê ji sedî 20,8 hat eşkerekirin.    LI ÊLIHÊ HDP BI SER JI SEDÎ 60'AN DE YE    Li Êlihê jî beşdarvanên anketê ji sedî 61,5 HDP'ê îşaret kir û ji sedî 25,9 jî AKP nîşan da. Li Êlihê ferqa navbera HDP'ê û AKP'ê ji sedî 35,6 tê xûyakirin.    TEVÎ HÎLEYAN JÎ AKP BI SER NAKEVE    Anketê li Şirnexê jî lêkolîn kir û ji beşdarvanan ji sedî 56,9 HDP'ê tercîh kir û ji sedî 32,15 jî AKP tercîh kir. Tevî hemû dek û dolabên hilbijartinê yên li Şirnexê jî ferqa navbera HDP'ê û AKP'ê ji sedî 24,75 hat tespîtkirin.