Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin 2019-02-16 11:49:10 ENQERE - Malbatên girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bang li her kesî kirin û xwestin guh bidin daxwazên girtiyan û bêyî ku kesên ketine greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest bidin dengê xwe bilind bikin. Dayikan xwest her kes deng bidin dengê zarokên wan û dest bidin destê zarokên wan.      Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 101'an de berdewam dike. Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, ket roja 101'emîn. Berxwedana greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye li Amed, Hewler, Firansa, Mexmûr, Şengalê, Silêmaniyê didome. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de ketibû grevê û 101 rojin di grevê de ye. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 88'yemîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 62'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 63'emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  Malbatên zarok û xizmên wan li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bang li her kesî kirin û xwestin bêyî kes jiyana xwe ji dest bidin dengê xwe bilin bikin û hestiyar tev bigerin.    ‘HER KES DEST BIDIN DESTÊ ZAROKÊN ME'   Dayika Serhat Guzel ê li Girtîgeha Tîpa T a Odemişê girtiye û 53 rojin di greva birçîbûnê ye, Mulkiye Guzel diyar kir ku zarokên wan li dijî tecrîdê kedine grevê û ji bo daxwaza wan pêk bê xwest demildest tecrîd bi dawî bibe.  Guzel, anî ziman ku heta dawî piştgiriyê didin zarokên xwe û wiha got: “Bila daxwazên wan pêk bên. Leyla Guven 101 rojin di grevê de ye. Zarokên me di grevê de ne. Em dê her dem li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji bo dengê me bibhîzin em çûn meclîsê. Bila her kes rabe ser piyan û deng bidin dengê zarokên me. Dest bidin destê zarokên me."    ‘EM ZAROKÊN XWE SAX DIXWAZIN'    Dayika Erdal Polat ê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê 53 rojin di grevê de ye Sebihe Polat jî anî ziman ku kurê wê 12 salin girtî ye û wiha got: "Em dixwazin êdî dengê mirovên bedena xwe dane ber birçîbûnê bên bîhîstin. Daxwaza wan rakirina tecrîdê ye. Daxwaza wan mafdar e. Ev daxwazek pir rewa û asayî ye û ne daxwazek zahmet e.  Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Ji bo kesên ketine grevê jiyana xwe ji dest nedin em dibêjin deng bidin dengê zarokên me û dest bidin destê zarokên me. Em zarokên xwe sax dixwazin. Ew zarokên me ne. Bi hilandina wan kezeba me jî dihile. Em hewl didin dengê xwe bidin hemû cîhanê. Em dibêjin bila cîhan zarokên me bidin jiyandin. Ger ku cenazeyên zarokên me derkevin tu wateya wê tune ye."    Dayika Mustafa Tantek ê li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê di grevê de ye Herdem Tantek jî xwest cîhan dengê zarokên wan bibhîze û wiha got: "Girtiyên ku di grevê de ne her ku diçe rewşa wan giran dibe. Her kes radizê. Em dixwazin dengê me bigêje her kesî. Em dixwazin her kes hişyar bibe û zarokên me bijîn. Em dixwazin cîhan ji mirina zarokên me re çavên xwe negirin. Hemû dayik aştiyê dixwazin. Tu dayik şer û kuştinê naxwazin."    ‘BILA TECRÎD RABE'   Dayika Mehmet Bozdag ê li Girtîgeha Tîpa Patnosê 63 rojin di greva birçîbûnê de ye Şukriye Bozdag jî anî ziman ku kurê wê ji bo tecrîd bi dawî bibe di grevê de ye û wiha got: “Em dibêjin êdî bes e. Em dayik in û naxwazin dilê me biêşe. Bila dilê dayikan neşewite. Em heta dawî li pişt daxwazên zarokên xwe ne. "    2 ROJAN KURÊ EMÎNE ERDOGAN XWARIN NEXWE DÊ CÎHANÊ XERA BIKE   Dayika Alî Haydar Elyakut ê li Girtîgeha Karabukê 43 rojin di grevê de ye Raife Elyakut jî xwest dengê girtiyan bê bihîstin û wiha got: "Bila hemû cîhan dengê zarokên me bibhîze. Bila ev zilm bi dawî bibe. Em naxwazin ji girtigehan darbest derkevin. Hewce be em dê li ber meclîsê xwe bişewitînin. Êdî bes e. Çima kes ranabe ser piyan. Ger ku du rojan kurê Emîne Erdogan xwarin nexwe dê cîhanê rake ser piyan.      Dayika  Abdullah Kurt ê li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê 19 rojin di grevê de ye Nazife Kurt jî xwest her kes dengê xwe bilind bikin û kes jiyana xwe ji dest nede. Kurt anî ziman ku ew naxwazin darbestên zarokên wan ji girtîgehê derkevin û xwest her kes dengê xwe bilind bikin û li cem wan cih bigirin.