13 kes li Edenê hatin berdan 2019-02-16 11:28:10   EDENE - 13 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî li Edenê hatibûn biçavkirin, piştî sewqî dadgehê hatin kirin, hatin berdan .   Di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rêvebir de, di serdegirtina malan a 14’ê Sibatê de 24 kesên piraniya wan zarok hatin binçavkirin. Ji 24 kesan, 13 jê sewqî Edliya Edeneyê hatin kirin. 13 kesên îfade dan dozger, bi hinceta parvekirinên medya civakî û îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. 13 kesên îfade dan dadger, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Lêpirsîna 11 kesên li Midûriyeta Polîsan ên dibin çavan de jî berdewam dike.