‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’ 2019-02-04 11:44:22 AMED - Ji rêveberên HDP’ê ya Amedê Suzan Îşbîlen, diyar kir ku girtin û binçavkirinên endam, namzet û rêveberên jin ên HDP’ê zêde bûne û got : “Pergal ji hêza jinê ya diguherîne ditirse.”    Her roja diçe operasyonên binçavkirin û girtinê yên li ser rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê zêdetir dibin. Herî dawî li Şirnexê di serdegirtina malan de namzetên hevşaredar û rêveberên HDP’ê bi giştî jin 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rêveberên HDP’ê yên Amedê Suzan Îşbîlen, operasyonên li ser jinan nirxanda û wiha axivî: “Em demek dirêje li ser partiya me polîtîkayên zextan hene. Em ber bi hilbijartina herêmî ve diçin. Ji ber vê bi zanebûn jinên HDP’î dixin hedef. Weke ku tê zanîn li Şirnexê di operasyona hat  li darxistin de jinên siyasetmedar hatin binçavkirin. Desthilatdar bi van operasyonan dixwaze di hilbijartinê de, jinan bê bandor bike. Li Şirnexê dinava jinên hatin binçavkirin de namzetên hevşaredaran û rêveberên bajêr û navçeyan hebûn. Siyaseta AKP’ê heya roja îro tu carî vîna jinê nas nekir. Ji ber vê bi operasyon, girtin û biçavkirinan hewl da vîna jinê teslîm bigire. Dîsan di 9’ê Cotmaha 2018’an de 150 kes hatin binçavkirin û dinava van 150 kesan de, 70 jin hebûn. Ev yek asta têkoşîna jinê ya li dijî polîtîkayên AKP’ê jî dide nîşandan. Ji ber ku AKP ji hêza jinê ya guhertin û veguhertinê ditirse evqas êrîş dike.”    ‘TEKANE RÊ BERXWEDANE’    Îşbîlen, diyar kir ku pergala desthilatdariya zilam, zextê li hemû civakê dike û wiha got: “Di pergala heyî de zilam carekê têdikoşe, lê jin sê caran têdikoşe. Têkoşîna jinê sê aliye. Barek pir mezin li ser jinê ye. Ji bo ku jin karibe ji bin vî barî derbikeve, tekane rê berxwedane. Îro ev berxwedan û têkoşîna jinê bergalê pir tengav dike. Pergal jî ji ber vê dixwaze jinan bêdeng bike. Vê jî bi rê û rêbazên girtin û binçavkirinê dike.”    ‘GIRTÎGEH BI JIN Û ZAROKAN TIJE BÛNE’   Îşbîlen, da zanîn ku dinava jinên tên binçavkirin de, jinên du canî, şîr didin zarokên xwe hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtîgeh bi jin û zarokan tije bûne. Zarok di girtîgehan de, di şert û mercên pir xerab de mezin dibin. Ji dîrokê û vir ve yekem care ku girtîgeh evqas bi jin û zarokan tije dibin. Lê êdî hemû kes baş dizaninin ev polîtîkayên teslîm girtinê, bi ser nakevin.  Jin êdî naxwazin di sînorên ji bo wan hatine xêzkirin de bijîn. Ji ber vê li ber xwe didin û ji bo xwe berxwedanê hildibijêrin.”