Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû 2019-02-04 11:43:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kurdên Qazaxistanê  ji bo hunermendê kurd Egîdê Cimo sersaxî xwest û got: “Mîrê sazbendîya kurdî û kompozîtorê eyan Egîtê Cimo di 87 saliya xwe de dinya xwe guhest û ji nav me bar kir. Lê wî tenê bi awayekî fîzîki ji nava me bar kiriye. Egîtê Cimo ne tenê movikek bû û ji pişta gelê kurd çû, her wiha ew hîmekî bingehîn bû, ku bibû malê sazbendiya hemû dinyayê."    Rêxistina Kurdên Qazaxistanê ji bo mîrê bilûrê û hunermend Egîdê Cimo peyama sersaxiyê weşand. Peyama sersaxiyê yağ Kurdên Qazaxistanê wiha ye: Helbet, ev ji bo gelê kurd xisar û kedereke mezin e. Lê divê neyê ji bîrkirin ku wî  tenê bi awayeke fîzîkî ji nav me bar kiriye. Egîtê rehmetî wê herdem bi karê xwe yên gelekî maqûl, qedirbilind û bêhempa yên li nav çand, huner, kilam-stran û sazbendiya kurdî di dilê me da zindî bimîne û bijî. Egîtê Cimo ne tenê movikek bû û ji pişta gelê kurd çû, her wiha ew hîmekî bingehîn bû, ku bibû malê sazbendiya hemû dinyayê. Wî bi sedan awaz û miqamê xweye zêrîn çand û hunera kurdan dewlemend kirîye.  Nav û dengê Egîtê Cimo ne tenê di nav kurdên Sovyêta berê, lê wisa jî di nav Kurdên her çar parên Kurdistanê û yên hemû dinê da eyan e. Egîtê Cimo wê heta hetayê bi berhemên xwe yên gelekî hêja hebe û di dilê me hemîyan da bijî.  Serê malbeta wî û gelê Kurd sax be. Serokatiya Rêxistina Qazaxistanê “BERBANG”."