Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin 2019-02-04 09:05:10 ESKÎŞEHÎR – Mustafa Fîlîtoglu yê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ragihîne nameyek nivîsand. Girtîgehê nameye bifikar dît û neşand.  Mustafa Fîlîtoglu, Cîhan Alkan û Davut Barîn ên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ragihandin ku ji 21’ê çileya 2019’an ve dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e.    Ji girtiyan Mustafa Fîlîtoglu ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya destpêkirine ragihîne ji rojnameya Yenî Yaşamê re xwest faks bişîne. Faks ango nameya wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bifkar hat dîtin û nehat şandin.    ‘HETA TECRÎD RABE EM DI ÇALAKIYÊ DE NE’    Nameya girtiyan bifikar hat dîtin wiha ye: “Ez û 10 hevalên min ên li vir xwînerên rojnameya we ne. Em bi rêya rojnameya we ji geşedanên Tirkiyeyê û cîhanê agahiyan werdigirin. Bi taybetî em geşedanên der barê Leyla Guven û Îmraliyê de bi girîngî rojnameya we dişopînin. Daxwaza Leyla Guven û girtiyên din daxwaza me ye jî. Ji bo daxwaza hevalên me ji aliyê hikuemtê ve bê bersivandin ez û Davût Bar3ın û Cîhan Alkan ji 21’ê çile ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Em bi rêya we ji raya giştî re radigihînin ku heta daxwaza me bê qebûlkirin û tecrîd bi temamî bê rakirin em ê çalakiya xwe dewam bikin.”    RAGIHANDINA GREVA BIRÇÛNÊ SÛC HAT DÎTIN    Rêveberiya Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ragihandina çalakiya greva birçîbûnê bi hêceta “agahdarkirina rêxistinê” sûc dît û hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê cezayê hişyariyê li Fîlîtoglu, Barîn û Alkan biriye.