ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-04 09:00:07 * Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Aksu diyar kirin ku dê li Îdirê biryatiya kurdan, azerî û terekemeyan qezenc biser bikeve û gotin: “Dê Îdir bi sibehek biharî ya biratiya gelan ku bi serketiye ji xewê şiyar bibe.”  * Mustafa Fîlîtoglu yê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ragihîne nameyek nivîsand. Girtîgehê nameye bifikar dît û neşand.    * Dema DBP’ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê birêve dibir gelek proje amade kiribû. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê kirin, hemû proje bi bihayek mezin dan îhaleyan. Proje di demên xwe de nehatin qedandin. Ev proje hêj nîvcoyî ne. Tê gotin ku dixwazin van projeyan bigihînin û dê Serokomar Erdogan bike propagandaya hilbijartinê.    * Namzeta Hevşaredariya Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê Nurşat Yeşîl got wê bi jinan re destkeftiyên xwe dîsa bi dest bixin û ew ê şaredariya jinê dewam bikin. Namzetê Hevşaredariyê Hidir Demîr jî bal kişan ser girîngiya yekîtiya hêzê û ew ê li dijî qeyûm 31’ê Adarê tacîdar bikin.    * Parlamenterê HDP’ê yê Huseyîn Kaçmaz yê beşdarî nobeta li KCD’ê bû got berxwedana grevên birçîbûnê ji bo rizgariya siberojan e û divê her kes xwedî lê derkeve.    * Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê li Qada Azadiyê ya Qoserê starta hilbijartinê bide. (11.00)   * Tekildarî cezayê li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hatiye birîn, dê li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Platfoma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP), bi armanca balê bikişîne ser rewş û daxwazên girtiyên siyasî yên ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ketine grevê rê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re dê li şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 281 girtiyên siyasî yên li zindanan ketine greve dê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Edene dê (ÎHD) dê têkildarî îhlala mafên mirovan li avahiya xwe civîna çepemeniyê pêk bîne. (12.30)   * Hevparen TJA, dê têkildarî cezayê li Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)