Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne 2019-02-03 15:27:26   STENBOL - Mîtînga Stenbolê ya bi dirûşmeya "Em ji bo Ked, Aştî û Edaletê digêjin hev" bi axaftinan didome. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derket ser dikê û berxwedêrên li dijî tecrîdê ketine grevê slav kir. Taşdemîr wiha got: " Leyla Guven 88 rojin grava birçîbûnê de ye. Di şexsê Leyla Guven de têkoşîna li dijî tecrîdê berdewam dike. Yên ketine grevê dibêjin bila tecrîdê rabe. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ev hikûmet û îktîdar êdî hiqûqa xwe binpê dike. Lê berxwedana me wê tecrîdê bişkîne."     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser greva birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin di grevê de ye, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdardî mîtîngê bûn. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir û bi axaftinan didome. Piştî axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr derket ser dikê. Daşdemîr, girse û kesên li dijî tecrîdê kedine greva birçîbûnê silav kir.    'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'    Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ser çalakiyên grevê û wiha got: "Ji zindanan heta Strasbourgê û ji Strasbourgê heta Hewlerê û Amedê em berxwedêrên grevê silav dikinl. Li Amedê têkoşîna Leyla Guven em silav dikin. 88 rojin grava birçîbûnê di şexsê Leyla Guven de têkoşîna li dijî tecrîdê berdewam dike. Yên ketine grevê dibêjin bila tecrîdê rabe. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hikûmeta AKP û MHP ji bo îktîdara xwe vê tecridê berdewam bikin. Leyla Guven dibêje ger ku hûn dewletek hiqûqê bin divê hûn hiqûqa xwe nas bikin. Lê em dibînin ku ev hikûmet û îktîdar hiqûqa xwe binpê dike."     'DENGÊ LEYLA LI ÇAR ALIYÊ CÎHANÊ BELAV BÛYE'   Taşdemîr, bal kişand ser çalakiya Guven û wiha got: "Dengê Leyla Guven û hevalên wê li çar aliyên cîhanê belav bûne. Hemû kes dibêjin Leyla Guven mafdar e. Dibêin tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Hûn vî sûcî nekin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir. Di nava 3 salan de îro tecrîd li hemberî her kesî pêş ketiye. Îktîdara ku tecrîd pêş xistin naxwazin dengê gelan aştî, demokrasî û aramî pêş bikevin. Ji ber ku ji fikr û ramanê Birêz Ocalan ditirsin vê tecrîdê kûr dikin. Fikrên birêz Ocalan wekî rêya sêyemîn çareserî ye. Çareseriya li Rojhilata Navîn rêya sêyemîn e. Yên tecridê dimeşînin dibêjin mafê DAIŞ'ê heye, lê mafê kurdan tune. Dixwazin kurd wekî 100 sal berê di nava şert û mercên koletiyê de bijîn. Em dibêjin em kurd vê yekê qebûl nakin. Kurd xwedî maf e. Li hemberî çalakiya Leyla Guven hikûmeta AKP MHP xwe ker kiriye û nabîne. Em ji hikûmetê re dibêjin xema te be, ne xeba te be, têkoşîna me dê bidome û bi ser bikeve. Hemû cîhan li hemberî çalakiya Leyla Guven bi rêzdarî nêzîk dibin. Ji ber ku çalakiya Leyla ji bo aştî, demorasî û aramiyê ye. Leyla Guven bedena xwe û canê xwe daniye holê.    'ÇALAKIYA ME DÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE'   Taydemîr, herî dawî anî ziman ku muxatabê çareseriyê diyarin û wiha bi dawî kir: "Muhatab diyar e waye li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Muxatab ji bo çareseriyê kedek mezin dide. Ev çalakî dê tecrîdê bişkîne. Divê em dengê Leyla Guven û çalakgerên din bêtir bilind bikin. Jinên kurd ên dest bi vê çalakî û berxwedanê kir tu carî dest ij vê çalakiyê bernadin. Çiqas berxwedan pêş bikeve azadî ew qas nêzîk e. Em teqez em dê bi ser bikevin. Hezar carî em slavên xwe ji berxwedêran re dişinin."    Mîtîng bi starên Nûrcan Degîrmencî berdewam kir.